Rûspiyên Dêrikê: Îdiayên Tirkiyê ne rast in

Rûspiyên herêma Dêrikê teqez kir ku di dîrokê de her tim dagirkeriya Osmanî û komara dagirkeriya Tirkiyê bi hovîtiya xwe ya li dijî gelan hatiye nasîn û wiha got: “Herêmên Bab, Cerablus û herî dawî Efrîn dagir kirin. Îdiayên dewleta Tirk ne rast in.”

NEJBÎR OSMAN – ÎSAM ABDULLAH / QAMIŞLO

Rûspiyên herêma Dêrikê der barê gefên Tirkiyê yên li ser herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji ajansa me ANHA‘yê re axivîn.

Serokê Meclisa Rûspiyan a Kantona Qamişlo û serokeşîrê Tey, Hewas Cidia gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û wiha got: "Armanca Tirkiyê ne rizgarkirina herêman ji DAIŞ‘ê ye. Ji ber ku dagirkeriya Tirkiyê alîkarê sereke yê komên terorîst e. Tirkiyê deriyên Sûriyê ji çeteyan re vekir. Armanc, têkbirina projeya neteweya demokratîk e.”

Cidia di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku çavbirçîbûna dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê ji her kesî re eşkere ye û wiha got: "Tirkiye dixwaze wîlayeta Heleb heya Mûsilê tev li erdê Osmaniya nû bike. Hewl dide bi vê yekê serdema Osmanî li Rojhilata Navîn zindî bike û bi rêya Îxwan El-Muslimîn û komên terorîst xwe wek xîlafeta îslamê nîşan bide."

Cidia bal kişand ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Kurd, Ereb, Suryan û Êzidiyên xwe ve herêmên xwe li gorî biratiya gelan û jiyana hevbeş bi rê ve dibin  û wiha pê de çû: "Hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin banê projeya neteweya demokratîk de di nava aramiyê de ne û bûne spartgeha koçberên ji gelek deverên Sûriyê û penaberên Iraqê tên. Îdiayên dagirkeriya Tirkiyê ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar bikin, ne rast in."

Cidia teqez kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastiya armancên dagirkeriya Tirkiyê û îdiayên Erdogan nas kirine ku ne rizgarkirin e, lê belê projeya neteweya demokratîk dike hedef û wiha bi lêv kir: "Rastiya vê yekê ji destpêka şoreşê de diyar bû, Tirkiyê xwest li Serêkaniyê komkujyan pêk bîne û deverên dîrokî xirab bike.”

Hewas Cidia bang li hemû gelên herêmê û eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet partiyên siyasî kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û li hember xetereyan bisekinin.

Rêveberê Meclisa Rûspiyan a Herêma Dêrikê Îsmaîl Çeto hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmê bi bîr xistin û wiha axivî: "Ji destpêka şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hewldanên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî herêmê nesekinîne. Dewleta Tirk projeya Rêveberiya Xweser ku Tirkiye wek xetereyekê li ser siyasetên xwe dibîne."

Çeto di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku her kes dîroka Osmanî û Komara Tirkiyê ku bi hovîtiya li dijî gelan dinase û wiha anî ziman: "Piştî ku gelê Kurd serkêşiya şoreşa Rojava kir, êrîşên Tirkiyê li ser herêmê zêde bûne. Ji ber vê yekê derî li pêşiya çeteyan vekirin da ku herêmê dagir bikin. Piştî hewldanên wê yên bi rêya komên terorîst têk çûn vê carê bi xwe destwerdan kirin. Herêmên Bab, Cerablus û herî dawî Efrîn dagir kirin û çekên di asta navdewletî de qedexekirî bi kar anîn."

Çeto bal kişand ser girîniya yekitiya gelê Kurd û lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê û wiha nirxand: “Yekitiya kurdî îsbata hebûnê ye, em bi hêvî ne ku tu alî vexwendina KNK‘ê asteng nekin, ji ber dijminên gelê Kurd parçebûn û lewazbûna gelê Kurd ji bo berjewendiyên xwe dikin armanca xwe.”

ANHA


Mijarên Din