Rûspiyên Dêrikê: Em bihusteke ji axa xwe bernadin

Rûspiyên herêma Dêrikê gotin ew gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin û teqez kirin ku armanca gefan têkbirina projeya demokratîk a li herêmê ye.

Bertekên gel ên li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewldanên wê yên avakirina "Herêma ewle" her ku diçe zêde dibin.

Armanca Tirkiyê ji gefan dagirkirina herêmê ye

Der barê vê mijarê de rûspiyên herêma Dêrikê nêrînên xwe ji ajansa me ANHA‘yê re anîn ziman. Rûspiyan gotin ew hewldanên dagirkirina herêmê û avakirina herêma ewle red dikin.

Rêvebirê Giştî yê Meclisa Rûspiyan a Herêma Cizîrê Hewas Cidêh anî ziman ku planên dagirkeriya Tirk ên dagirkirina herêmê bi bin ket, lew re niha hewl dide bi rêya herêma ewle tecrûbeya demorkatîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye pêkanîn, têk bibe.

Cidêh wiha lê zêde kir: "Têkbirina DAIŞ’ê hişt ku dagirkeriya Tirkiyê têkeve rewşeke tevliheviyê. Ew jî ji ber nepêkaniya planên dagirkirinê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Cidêh teqez kir ku Meclisa Rûspiyan li dijî gefên Tirkiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştevaniya Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD), YPG û YPJ’ê dikin û ev tişt anî ziman: "Ev herêm bi xwîna şehîdan hatin rizgarkirin. Em nahêlin tu kes destdirêjî li bihusteke axa welatê me bike."

Cidêh bal kişand ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Rûspiyan soza parastina destkeftiyên ku bi xwîna ciwanên vê herêmê hatine qezenckirin dane û wiha lê zêde kir: "Em destwerdana Tirkiyê ji herêmên me re qebûl nakin."

Di berdewama axaftina xwe de Cidêh anî ziman ku, Meclisa Rûspiyan qebûl nake ku Tirkiyê herêmeke ewle di bin çavdêriya xwe de ava bike û got, tecrûbeya Efrînê ji wêrankirina perestgehan, talankirina şûnwarên herêmê û guhertina demografîk, mînaka herî ber bi çav a hovîtiya Tirkiyê ye.

Li dawiya axaftina xwe de Cidêh banga avakirina herêma "ewle" di bin sponseriya Koalîsyona Navdewletî û Neteweyên Yekbûyî de û dûrxistina Tirkiyê ji herêmê kir û wiha pê de çû: "Armanc û hedefên Tirkiyê dagirkirina herêmê ye. Yê ku tê xwestin, divê QSD’ê beşdarî herêma "ewle" bibe, ne dewleta Tirk a dagirker. Ji ber gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser Tirkiyê û dewletên cîran tu gefan naxwin."

Tirkiyê hewl dide projeya Rêveberiya Xweser têk bibe

Endamê Meclisa Rûspiyan Îbrahîm Şiblî jî got, gefên Tirkiyê û tevgerên wê yên li ser sînor berdewama peymana Edenê ye, ev gef jî encama têkçûna siyasetên wê yên li herêmê û piştevaniya komên terorîst ên hatine tunekirin e.

Şiblî wiha domand: "Binkeftina Tirkiyê di hilbijartinên li bajarên mezin bi taybet Stenbolê, hişt ku hikumeta AKP’ê asta gefên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê bilind bike da ku ji kolana Tirkiyê re diyar bike ku ewlehiya nîştimanî ji ber gefên derve ve di xeteriyê de ye."

Şiblî di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Tirkiyê ya ku aboriya wê û siyaseta wê li Rojhilata Navîn û li herêmê têkçûne, hewl dide aloziya hundirîn derxe derveyê sînorê xwe. Ji lew re hikumeta AKP’ê bi serkêşiya Erdogan rojane bi rêya daxuyaniyên çapemeniyê û bihane û derewên tu bingehên xwe ji rastiyê tune ne gefan êrîşkirina li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe."

Şiblî bal kişand ku avakirina herêma "ewle" bi beşdariya Tirkiyê redkirî ye û wiha dom da axaftina xwe: "Ji ber Tirkiyê dewleteke dagirker e. Ev jî li Efrînê ji komkujî, talankirin, wêrankirin û dizîna milkên şêniyan hat dîtin.  Darkirina dewleta dagirker a Tirkiyê, li ser tevahî gelên herêmê û bi hemû pêkhateyên wê, xeteriyek e.

Der barê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên wan de Şiblî wiha tekez kir: "Em bihostek ax a ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, bernadin. Ji ber ku em xwediyên fikir, felsefe û siyaseta serkeftî li herêmê ne û ya ku bi wê re jî gelên vê erdnîgariyê bûne yek."

Îbrahîm Şiblî wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Armanca Tirkiyê vejandina împiratoriya Osmanî, têkbirina tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk û gelê kurd e. Ji ber ev tercûbe nimûneya yekane li herêmê ye."

(fr/bb)

ANHA


Mijarên Din