Rûspiyên Efrînê banga darizandina çeteyên Tirkiyê kirin

 Rûspiyên êlan li kantona Efrîn û Şehbayê gotin: “Civaka navdewletî berpirsê sûcên ku dewleta Tirk li dijî jinan pêk tîne ye. Bêdengiya navdewletî rê dide Tirkiyê û çeteyên wê da ku wan sûcan li Efrînê pêk bînin.”

Rûspiyên êlan li kantona Efrîn û Şehbayê diyar kirin, ji ber ku civaka navdewletî çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker muhasebe nake, çete heta niha jî sêcên dijmirovahî didomînin.

Şêx êla Şîxan a kantona Efrînê Elî Reşîd sûcên çeteyan şermezar kirin û bang li dewletên cîhanê kir ku vê rewşê çareser bikin û got: "Gelo dewletên mezin  zulma Tirkiyê û çeteyên wê li dijî me nabînin? Gelo ker û kûr bûne?"

Elî destnîşan kir ku divê sûcdarên van sûcan werin muhesebekirin û civaka navdewletî û rêxistinên ku mirovahiyê îdia dikin û rêxistinên mafên jinan muxateb girt û got: "Hûn hemû berpirsên bûyerên li Efrînê rû didinin. Hevkariya we bi Erdogan re tê wateya hevkariya we bi terorê re. Em şerê terorê dikin û berdêlê didin. Ma çima mafê me tune ye?"

Rûspiyê êla Kîtkan a kantona Efrînê Xelîl Reşo banga darizandina çeteyan kir û got: "Sûcên çeteyan li dijî mirovahiyê û der exlaqî ne. Em jinên Efrînê tazî li ser ekranan dibînin. Gelo ew çete behsa kijan şoreşê dikin? Hişmendiya wan çi ye? Bi xwedê tiştek ecêb e ku mirov çi bi serê mirov dike. Lê ya ne ecêb di vê çîrokê de sûcdar dewleta Tirk e. Ji ber ku dîroka wê ya xwîndar û kiryarên wê yên hovane xuyan e. Ji demek ne dûr ve dewleta Tirk gelê Ermen qir kir. Em hemû vê yekê baş dizanin.”

Xelîl di nav gotinên xwe de anî ziman ku çeteyên Tirkiyê ji islamê dûr in û got: "Hîna banga islamê dikin, gelo behsa kijan islamê dikin? Bi hezaran girtiyên DAIŞ`ê di girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk de ne. Li gorî qanûnê bi wan re dide û distîne. Em kiryarên we ji bîr nakin. Dîrok dê kiryarên we binivsîne. Em xwedî rumet û exlaq in û em ê mafên xwe biparêzin."

Xelîl di dawiya gotinên xwe de zelal kir ku bêdengiya navdewletî rê ji çeteyan re vekir û wiha axivî: “We sivîlên bê guneh qetil kirin û malên wan talan kirin. Ji ber bêdengiya navdewletî we sûcên der exlaqî li dijî jinên me pêk anîn. Hûn di destê Tirkiyê de tenê kaxizek in û ew bi we dilîze û planên xwe bi rêya we pêk tîne. Em bang li tevahiya hêzên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku yekser mudexele bikin û wan sûcan rawestînin."

Rûspiyê êla El-Batûş a kantona Şehbayê Îbrahîm Elî got: "Mixabin ew çete Ereb in. Gelo urfûadatên Ereban li ku derê man? Çawa hûn hurmeta jinan binpê dikin? Hûn dawiyê vê sûcê zanin çi ye û dê cezayê we li cem xwedê mezin be."

Îbrahîm diyar kir ku mayîna çeteyan li Efrînê ne dirêj e û got: "Wê helbet ji Efrînê derkevin. Wê rojek bê û ji warên me derkevin. Bi kiryarên, xwe dikin dijminê me."

(şx)

ANHA


Mijarên Din