Rûspiyên Efrînê: Komxebat ji bo parastina yekitiya gelê Sûriyê bû

Rûspiyên êlên Efrînê raber kir komxebata ku MSD’ê ji êlên Sûriyê re organîze kiriye, ji bo parastina yekitiya gelên Sûriyê bû. Rûspiyan îşaret pê kir ku pêwîstiya rizgarkirina Efrînê û derxistina dagirkeriyê ji rojevên sereke bûn. Li rexê jî tekez kirin ku encamên komxebatê berhemdar bûn.

Bi dirûşma "Êlên Sûriyê civakê û hevpeymana civakî diparêzin" nêzî 5 hezar kesayet ji êl û pêkhateyên Sûriyê li navçeya Eyn Îsa di 3’yê Gulanê de di komxebata êlan a ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li dar xistibû de, civiyan.

Rûspî û navdarên kantona Efrînê yên ku tev li komxebatê bûne, li gel ajansa me ANHA’yê axivîn û destnîşan kir ku birêxistinkirina komxebatê di vê demê de, ji bo berjewendiya gelê Sûriyê bû.

Rûspiyê êla Şêxan a kantona Efrînê Hecî Mihemed Mistkêlê di wiha axivî: "Lihevcivîna hemû pêkhateyên Sûriyê, nîşaneya fikra neteweya demokratîk a di navbera wan de ye."

Mistkêlê wiha lê zêde kir: "Tevahî axaftin tekeziya pêwîstiya rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê da. Divê asta têkoşînê li dijî dagirkeriyê bê bilindkirin da ku hemû xaka Sûriyê bê rizgarkirin."

Ji aliyê xwe Elî Reşîd ku navdarekî herêma Efrînê ye, wiha axivî: "Lihevrûniştina bi hezaran sûriyan li ser yek dikê û beşdarbûna di yek biryarekê de, destpêka çareseriya krîza Sûriyê ye. Ev komxebat îşaretê pê dike ku welatiyên Sûriyê ne girêdayî dewletên derve û ne jî girêdayî berjewendiyên wan in. Hin dewletên herêmê îdia dikin ku em terorîst in, parçebûnê dixwazin û projeya me ya li ser erdê pêk nayê. Ev derew in. Ev îdia çawa tên kirin, ji ber ku kesên şerê terorê kirine û nîviyê xaka Sûriyê kiriye em in. Li aliyekî din jî hemû rûspî û navdarên herêmê di axaftinên xwe de piştevaniya Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) ragihand.”

Rûspiyê êla Amka ya kantona Efrînê Reşîd Silêman jî diyar kir ku ew gihaştine encamên girîng ji bo gelê Sûriyê û wiha domand: "Di komxebatê de em gihaştin hin biryaran ku çarenûsa tevahî gelê Sûriyê yek e û hemû dijmin jî armancên wan yek in ku xaka me parçe bikin. Ji lew re di komxebatê de me tekez kir ku xwîna me hemûyan tevlihev bûye. Li ser vê bingehê jî em dê yek bin û li hember hêzên ku dixwazin fitneyan derxin, bisekinin." 

Silêman axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Rojeva rizgarkirina Efrînê, nîqaşa komxebatê bû. Li rexê jî hewldanên artêşa Tirkiyê yên lêkirina dîwarê parçekirina Sûriyê nîqaşa wê bû û dê bi bin bikeve û dê nikaribe Sûriyê parçe bike û Efrîn, Bab, Cerablus û Ezazê jê qut bike. Ev herêm jî dê ne pariyek hêsan ji dagirkeriyê re bin û nahêlin wan herêman dagir bike wekî çawa Lîwa Îskenderon dagir kiriye."

(fr)

ANHA


Mijarên Din