Rûspiyên Efrîn û Şehbayê banga serhildanan li dijî dagirkeran kirin

Rûspiyên Efrîn û Şehbayê banga serhildanê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê kirin û ji hemû hêzên niştimanî yên Sûriyê xwestin ku beşdarî mûzakeriyên navxweyeyî yên çareserkirina aloziya Sûriyê bibin.

Rûspiyên Efrînê Şehba (Cerablus, Bab û Ezaz) ji bo pîrozbahiya têkçûna DAIŞ‘ê û serkeftinên QSD‘ê civîniyan. Civîn li qada dibistana Sewaqa ya navçeya Fafîn a kantona Şehbayê bi beşarbûna bi dehan jin û rûspiyên herêmê hate lidarxistin.

Cihê civînê bi wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û Hêzên Şoreşger ên Şehbayê û pankartên bi nivîsên "Ji Efrînê.. na ji dagirkeriya Tirkiyê re" hatibû xemilandin.

Civîn bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê ji rûspiyên êlên Şehbayê Mûaz Reslan axivî, serkeftina QSD‘ê  û tinekirina DAIŞ‘ê pîroz kir û ji hikûmeta Sûriyê xwest ku bi hemû hêzên niştimanî re li ser maseya diyalogên navxweyî bi civin û aloziya Sûriyeye çareser bikin û rê nedin ku hêzên derve nexşerêya Sûriyê rêz bike.

Ji rûspiyên Efrînê jî Elî Reşîd axivî û hemû şehîdên ku di pêngavên şerê li dijî DAIŞ‘ê de şehîd bûne û şehîdên li hemberî dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe dane bi bîr anîn û hevgirtina rûspiyan pîroz kirin. Elî Reşîd got: "Bi yekîtî û hevgirtinê  em ê bighêjin lihevkirinekê û dawî li aloziya Sûriyê bînin û hêzên dagirker ji Sûriyê derxînin."

Ji rûspiyên êlên kantona Şehbayê Hac Welîd Hemadî jî axivî, serkeftina QSD‘ê pîroz kir û got:  "Ev serkeftin derî li pêşiya serkeftinên din vedike, serkeftina têkbirina dagirkeran li xaka Sûriyê."

Hemadî ji QSD‘ê xwest ku têkoşîna xwe dewam bike heta Efrîn û Şehbayê rizgar bibe û wiha pê de çû: "Gelek plan li ser xaka me Sûriyê hene, ji ber vê yekê diz û talanger bi çek kirin û bi ser me de şandin da ku welatê me xirab bikin û xêr û bêra wê talan bikin. Bi taybet dewleta Tirk sedema sereke ya dirêjkirina temenê aloziyê Sûriyê ye. Madem hêzên dagirker li Sûriyê hene ne mumkin e çareserî pêk were."

Hemadî, bang li hêzên niştimanî û hikûmeta Sûriyê kir ku li hev kom bibin û wiha domand: "Bila çareserî Sûrî be, bila tenê destura Sûriyê çarenûsa pêkhateyên Sûriyê diyar bike. Em ji welatiyên xwe yên li hundir û li derveyî welat dixwazin ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê rabin serhildanan.

Her wiha, Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê Ûsama Ehmed axivî û got, civîna rûspiyên Efrîn û Şehbayê hevgirtin û biratiya gelan nîşand dide û ev tişt anî ziman: "Bi rêya mudaxleyên dervee aloziya Sûriyê çareser nabe, lê belê çareserî bi rêya danûstandinên navxweyî û berbijêra siyasî pêkan e."

Ûsma li ser têkçûna DAIŞ li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir "Em nikarin bêjin DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bûye, ji ber hîna zihniyeta wê li gelek cihan ranebûye. Hîna teror jî bi dawî nebûye, ji ber ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bi xwe ye û yekîtiya xaka Sûriyê dixe xeteriyê."

Ûsama, diyar kir ku dagirkirina Tirkiyê li Efrînê hemû qanûnên navdewletî binpê dike û got, Tirkiyê li herêmên ku dagir kirine siyaetên paqijkirina etnîkî, guhertina demokrafîk û qirkirinê pêk tîne.

Di civînê de, hin kesayetên din axivîn, serkeftina QSD‘ê pîroz kirin û hêviya serkeftina li dijî dagirkeriya Tirkiyê kirin.

Piştî axaftinana, encamnameya civînê ji aliyê yek ji rûspiyên Efrînê bi navê Welîd Xubarî ve hate xwendin.

Di encamnameyê de, serkefinên QSD û hemû hêzên niştimanî yên li dijî DAIŞ‘ê hate pîrozkirin û hate gotin ku ev serkeftin bêyî rizgarkirina Efrîn, Bab, Ezaz, Idlib, Cerablus û hemû herêmên dagirkirî wê temam nebe.

Her wiha ji QSD‘ê û hemû hêzên niştimanî hate xwestin ku Efrînê û herêmên Sûriyê yên dagirkirî rizgar bikin û bang li şêniyan hate kirin ku li hemberî dagirkeran bisekinin.

Di encamaneyê de ji rejîma Sûriyê û hêzên niştimanî hate xwestin ku diyalogên navxweyî pêk bînin da ku bighêjin çareseriyê.

Di dawiyê de bang li civaka navdewletî hate kirin ku erka  xwe ya darizandina çeteyên DAIŞ‘ê yên li Sûriyê pêk bînin.

ANHA


Mijarên Din