Rûspiyên Efrînê: Tirkiye demografiya Efrînê diguhere, kanî dewleta Sûriyê?

Rûspiyên Efrînê nerazîbûna xwe ji paşguhkirina rejîma Sûriyê ji helwestên cidî der barê dewleta Tirkiyê de ji parçekirina Sûriyê û dagirkirina xaka wê nîşan dan.

Dagirkeriya Tirkiyê lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê didomîne, bi wê yekê hewl dide Efrînê tev li xaka Tirkiyê bike. Nerazîbûnên ji bo kiryarên dewleta Tirkiyê zêde dibin, her wiha paşguhkirina nêrîna giştî ya navneteweyî û rejîma Sûriyê jî didome.

Rûspiyên Efrînê bi rêya ajansa me kiryarên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin û ji civaka navneteweyî xwest ku bi erka xwe li hember binpêkirinan rabe.

Mihemed Ibrahîm yek ji rûspiyên gundê Meydankê yê kantona Efrînê got armanca dewleta Tirkiyê fitneyan di nav gelê Sûriyê de derxe û wiha got: "Artêşa dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê êrîşî Efrînê ki, me bi îrade û israrê li ber xwe da, Tirkiyê Efrîn dagir kir, em wê ji bîr nakin û Efrînê di destê dagirkeran de nahêlin û em ê li Efrînê vegerin."

Ibrahîm wiha got: "Piştî dagirkirina Efrînê çeteyên Tirkiyê dest bi kiryarên herî qirêjî kir ji kuştin, revandin, talankirina malên sivîlan û guhertina demografîk, her wiha şebekeyên Tirkiyê li şûna ya Sûriyê belav kirin. Kanî dewleta Sûriyê ji van hemû binpêkirinan re?"

Her wiha Mihemed Edhem yek ji rûspiyên gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa ye, wiha got: "Tirkiyê û çeteyên wê hemû Sûriyê rûxand û di nav de Efrîn. Li Efrînê hemû ol û netewe bi hev re dijiyan, Tirkiyê bi hezaran şêniyên Efrînê dan koçkirin, dewleta Tirk li dijî mirovahî û xwazayê ye û dar û berên Efrînê şewitandin."

Reşîd Silêman jî ji navçeya Raco ye, kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û dîwarê parçekirinê şermezar kirin û got ev dîwar armanc dike ku Sûriyê parçe bike û şêniyên wê dûrî Efrînê bixe."

(jo)

ANHA

 


Mijarên Din