Rûspiyên Ereb: Ji bo parastina welat em ê di rêza pêş de bin

Rûspiyên êlên Ereb ên herêma Cizîrê gefên Tirkiyê yên li dijî herêmê şermezar kirin û û teqez kirin ku li hemberî her gef û êrîşan ew ê li paş hêzên leşkerî di rêza parasatinê de bin.

Buroya Têkîliyan a Meclisa Leşkerî ya Holê civînek bi armanca nîqaşkirina rewşa siyasî, bi taybet tevgera li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şêx û rûspiyên êlên Ereb ên navçeyên Til Birak, Til Hemîs û Holê re civiya. Civîn li navenda meclisê hate lidarxistin.

Fermendarê Meclisa Leşkerî ya Holê Mezlûm Koçer girêdayî geşedanên siyasî yên dawîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevgerên Tirkiyê yên di demên dawîn de li ser sînorên bakurê Sûriyê axivî. Mezlûm Koçer destnîşan kir ku Tirkiyê hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.

Rûspiyan jî ser mijara tevgera dewleta Tirk a dagirker ên li ser sînorê bi Sûriyê re nêrînên xwe parve kirin.

Di nîqaşan de rûspiyê El-Xewatnê Welîd El-Xefo destnîşan kir ku Tirkiyê ji bo êrîşî herêmê bike bihaniyan ne rast diafrîne û êrîşên wê li ser Efrînê mînaka wê yekê ye.

 ‘Em dê li hember gefêîn Tirkiyê bisekinin‘

El-Xefo gefên Tirkiyê şermezar kir û got: "Em dê bi yekrêzî li hember gefên Tirkiyê bisekinin. Bila Erdogan bizanibe ku eger em tî bin em dê kevirê biguvişin û gere em birçî bin dê axê bixwin."

Rûspiyê êla Şemer li navçeya Til Hemîsê  Ehmed El-Şatî pêwîstiya yekitiya tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kir û got: "Eger em bûn yek, em dikarin li hember her êrîşekê li dijî herêmên me biskinin."

Şêx û rûspî ji ewlehiya herêmê berpirsyar in

Berdevkê qebîleya El-Cebûr, şêx Tirkî Hemze El-Mindîl bal kişand ser ku rûspiyên herêmê ketine ferqa komployên navdewletî yên li dijî herêmê û baş dizanin ku yê ku derbasî herêmê dibe berjewendiya gelê herêmê naxwaze. Lê belê tenê hewl dida ajandeyên xwe pêk bîne û got: "Wek rûspiyên herêmê em ji ewlehiya herêmê berpirsyar in. Em sûrî ne û em ewlehiya xwe diparêzin û dê biparêzin."

Di dawiya civînê de rûspiyên êlên Ereb û oldarên Til Birak, Til Hemîs û Holê daxuyaniyek da raya giştî. Daxuyanî ji hêla şêx Tirkî Hemze El-Mindîl şêx qbîleya El-Cebûr ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk ji 8 salan ve bi awayekî hovane mudexeleya Sûriyê kir û hîna dike. Carekê bi nav ola islamê û careke din bi navê gelê Sûriyê. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve rola wê di wêrankirina welêt ve ji aliyên madî û manewî tevî wêrankirina insane Sûrî û talankirina xêr û berakat Sûriyê diyar bû. Ji talankirina kargehên Sûriyê bigire heya bighêje dagirkirina yekser a xaka Sûriyê. Her wiha rola wê di piştgiriya rêxistinên terorîst mîna Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê diyar bû. Ew kom hovantirîn cureyên zulm û çewisandinê der heqê pêkhateyên herêmê de pêk anîn.

Bakurê Sûriyê piştî tunekirina terorê bi saya fedekariyên gelên herêmê, xwîna bi hezaran şehîdan û têghiştina civakî di nav ewlehiyê de ye. Gelên herêmê li dora QSD û nêrîna çareseriya aloziya Sûriyê li ser rêgeza jiyana hevpar û biratiya gelan kom bûn. Serkeftina tecrubeyê li kêfa dewleta Tirk û hikumeta AKP`ê nehat. Em gefên Tirkiyê di her êrîşekê de li dijî herêmên Rêveberiya Xweser şermezar dikin. Bila hemû bizanibin ku em bi yekrêzî li paş hêzên xwe yên leşkerî ne. Ne tenê ew em dê di refên destpêkê de li hember herê êrîşekê de li dijî xaka me bisekinin û dê canê xwe feda bikin. Yan jiyana bi rûmet yan jî mirin.

Em bang li civaka navdewletî dikin ku li pêşiya hewldanên Tirkiyê di êrîşkirina herêmê de bisekinin. Hêzên li rex Koalîsyona Navdewletî şerê DAIŞ`ê kir û isbat kir ku ew hêza herî gunc û bêbawer dikare berpirsyariyên dîrokî hilgire. Em carek din teqez dikin ku em bi Ereb, Kurd, Suryan û Aşûrê xwe ve li dijî herê dagirkerekî yek in."

(şx)

ANHA


Mijarên Din