​​​​​​​Rûspiyên eşîran: Em heta dawiyê bi QSD’ê re ne

Rûspiyên eşîrên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin: “Armanca êrişên li dijî kesayetên sembol ew e ku herêmê ber bi şerekî mezhebî ve bibin û di navbera QSD û eşîran de fitneyê derbixin. Em xwedî aqil in û bi baldarî nêzî şerê li hemberî fitneyan dibin.”

Piştî şêxê eşîra Igêdat ê li Dêrazorê Metşer El-Hefel hate qetilkirin, eşîrên Ereban ên li herêmê bertek nîşan dan û fitneya dawîn a ku aliyên derve hewl didin derxînin şermezar kirin.

Ev şaneyên ku xizmeta gelek aliyên din dikin, ji wan artêşa Tirk û hikumeta Sûriyê, dixwazin di navbera şêniyên herêmê û QSD`ê de şerekî mezhebî derxînin û di nava herêmên gundewarên rojhilatê Dêrazorê de tevliheviyê derxînin.

Eşîrên Ereban ên li tevahiya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji roja yekemîn de helwesta wan yek e û van bûyeran red dikin. Eşîran ragihandin ku ew ê piştgiriya QSD`ê bikin û li hemberî çi kesên hewldana têkbirina ewlehiya herêmê dikin, bisekinin.

Di vê çarçoveyê de şêxê eşîra Xewatine ya li Sûriyê, Iraq û Tirkiyê Besman Siltan got: “Hemû eşîr bûyerên qetilkirinê yên ku li herêmê diqewimin red dikin. Eşîr piştgiriya QSD’ê dikin. Ji ber QSD zarokê herêmê û wan eşîran in. Em tevahiya fitneyên mezhebî yên ku hin alî hewl didin pêk bînin û herêmê ber bi şerekî mezhebî ve bibin, red dikin. Em xwedî aqil in û dizanin çawa li hemberî fitneyan bisekinin. Em rê nadin tu kesî ku fitneyan di navbera eşîran û QSD`ê de derxînin."

Besman Siltan bang li QSD`ê kir ku parastina tevahiya şêx û rûspiyên eşîran bikin, ji ber eşîr bingeha aramiya herêmê ne.

Şêwirmendekî olî û rûspiyekî herêma Holê Mihemed El-Mihemed,  qetilkirin û kiryarên terorîstane yên li herêmê şermezar kir û got: “Armanca êrişa ku şaneyan li herêma Dêrazorê pêk aniye ew e ku di navbera şêniyên herêmê, QSD û Rêveberiya Xweser de  fitneyê derxînin. Ev kiryar bi deste hêzên derve pêk tên.”

Mihemed El-Mihemed bang li tevahiya gelên herêmê û rûspiyên eşîran kir ku li hemberî van fitneyan yekitiya xwe ava bikin û got: “Em bi QSD`ê re ne. Em ê tu carî rê nedin bûyerên wiha, ji ber ne adatên me ne. Em ê tu çarî rê nedin destwerdanên di kar û barê herêmê de. Ji ber ji beriya hezarên salan gelên herêmê bi hevdu re dijîn, dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û di pêşerojê de ew ê têkildarî bûyerên li herêmê rû didin li hevdu bikin. Lewma em hêvî dikin ku projeya  Rêveberiya Xweser li tevahiya Sûriyê pêk were û jê re jî serkeftinê dixwazin."

 (eh)

ANHA


Mijarên Din