Rûspiyên eşîran: Rêber Apo hêz û îradeya me ye

Rûspiyên eşîrên herêma Efrînê Îbrahîm El-Elî û Xelîl Reşo gotin: "Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin li dijî maf û azadiya bi milyonan alîgirên wî ne."

Rûspiyê eşîrên kantona Şehbayê Îbrahîm El-Elî banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Wekî şêniyên herêma Efrînê bi Kurd û Erebên xwe xema me tenduristiya rêber Abdullah Ocalan e. Ocalan di girtîgehên dewletekê de ye ku destekê dide terorê û li djiî aştiyê ye."

El-Elî destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan hêza wan e û bi pêve girêdayî ne û wiha domand: "Rêber Apo hêz û îsrara me ye, em li ser projeya neteweya demokratîk bimeşin a ku rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye, ji ber ku ev proje serkeftî ye, mînaka herî ber bi çav a li ser vê yekê jiyana aştiyane ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Bi berxwedan û têkoşîna xwe em ê li hember hewldanên Tirkiyê yên dagirkirinê bisekinin."

Ji rûspiyên kantona Efrînê Xelîl Reşo komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya aliyên têkildarî li hemberî vê komployê şermezar kirin û got: "Bi deh milyonan alîgirên rêber Apo ne, çawa tê girtin û bi terorîst tê wesifkirin!"

Xelîl anî ziman ku girtina rêber Abdullah Ocalan girtina mafên bi milyonan alîgirên wî ne û wiha domand: "Girtina rêbertî û tecrîda li dijî wî girtina nêrîn û têkoşîna bi milyonan e. Rêber Apo banga aştî û mafên gelan dike. Em li ser şopa fikirê wî ne û banga biratiya gelan dikin. Me xaka tu dewletekê dagirker nekiriye û mafê tu kesî binpê nekiriye, lê gelê Kurd îro bê maf e û bê hikûmê xweser e."

Reşo her wiha diyar kir ku dewleta Tirk êrişî wan dike da ku îradeya wan bişkîne û fikirê neteweya demokratîk ji holê rake, lê ne mafê wê ye ku destwerdanê di karûbarên hundirîn ê Sûriyê bike û wiha dewam kir: " Tu hêz destdirêjî ewlehiya dewleta Tirk nekiriye da ku hinceta derxîne û destwerdana leşkerî di Bakurê Sûriyê bike û destekê bide komên çete yên ku Sûriyê wêran û talan dike."

Xelîl di dawiya axaftina xwe de anî ziman  ku berxwedana wan li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk berdewam e û got: "Em soz didin ku em ê li ber xwe bidin heta xeteriya Tirkiyê ji holê rakin û bi hêz û îradeya xwe azadiya xwe bidest bixin."

ANHA


Mijarên Din