Rûspiyên eşîrên Ereban: Em piştgiriya QSD`ê dikin

Eşîrên ereban ên li navçeya Tilhemîsê gotin: “QSD ji pêkhateyên herêmê ava bûye û paratina herêmê û gel dikin. Ew hêjane mirov piştgiriya wan bike, lewma em bang li gelên herêmê dikin ku tevlî nava QSD`ê bibin.”

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê rejîma Sûriyê Elî Memlûkî di 5 Kanûnê de serdana eşîrên ereban ên  li herêma Cizîrê kirin. Elî bang li eşîran kirin ku zarokên xwe ji nava QSD`ê bikişînin. Di vê mijarê de rûpsiyê eşîra ereban banga piştgiriya ji QSD`ê re kir.

Rûspiyê eşîra Benî Sebe ya erebî ku li navçeya Tilhemîsê cihê xwe digirin Ehmed Dehman bersiva Memlûkî da û got,QSD`ê ji pêkhateyên herêmê pêk tê: “Li gel ku ji bo parastina herêmê ji çeteyan hatiye avakirin û bi saya wan ji Tilhemîs bigire û heta bi Dêrazorê ji DAIŞ`ê hate rizgarkirin.”

Dehman got: “QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi ser ketiye, ji ber vê yekê divê  em piştgiriya wan bikin û li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin. QSD`ê û artêşa Sûriyê xwedan heman êrişkar in ku ew jî artêşa Tirk û çeteyên wê ne, çi li Idlibe û çi jî li Serêkaniyê û Girê spî be, lewma divê gelên herêmê piştgiriya QSD`ê bikin û beşdarî nava refên wê bibin.”

 

Endama rêveberiya Mala Jinê ya navçeya Tilhemîsê Ziheya El-Celûd ku ji eşîra El-Boxalib e wiha tîne ziman, jin tenê di malê xwe de dixebitî û dema DAIŞ hatin rewşa jinan xerabtir bû.

 Ziheya got: “Projeya Neteweya Demokratîk azadî û xelasiya ji zilmê ji mere misoger kir. Li gel ku piştgiriya jinan di qadên jiyanê û leşkerî de kir û bi vê yekê isbata hebûna xwe kirin, paratina xak kirin, berdêl dan û di nava QSD`ê berxwedaniyên qehreman dan meşandin û herî dawî jî di nava YPJ`ê de bûn sembola berxwedan û têkoşînê.”

Ziheya Celûd di dawiya axaftina xwe de bang li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir  ku beşdarî nava QSD`ê û YPJ`ê bibin û parastina xak û namûsê bikin.

Ebdulkerîm Yusif El-Ebdulelah şêniyekî eşîra Boxalib  e piştgiriya xwe ji QSD`ê nîşan da û got: “Bi saya QSD`ê piştî 4 salan em li warê xwe Tilhemîsê vegeriyan, li gel ku QSD`ê di oxira parastina herêmê de 11 hezar şehîd bû 14 hezar birîndar dane, lewma cihê spasiyê ne.”

Ebdul bang li şêniyên herêmê kir ku piştgiriya QSD`ê bikin û got, di herêmê de mînakên wekî QSD`ê tune ne.

(eh)

ANHA


Mijarên Din