Rûspiyên Helebê: Divê em yekitiya xwe ava bikin û planên dijmin têk bibin

Rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sûcên li dijî şêxên eşîran û rûspiyên sivîl ên li Dêrazorê şermezar kirin û diyar kir ku ew ê li dijî tevliheviyê û fitneyên ewlehiya herêmê dikin armanc, bisekinin.

Îro rûspiyên eşîrên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi daxuyaniyekê sûcên li dijî şêxên Dêrazorê şermezar kirin. Bi dehan rûspiyên eşîran li pêşiya mizgafta taxê kom bûn û hevserokê Navenda Oldaran Elî Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev xal hatin bibîrxistin:

"Em sersaxiyê ji gelên xwe yên li Dêrazorê re dixwazin, her wiha ji tevahiya herêma rojhilat re dixwazin. Her wiha sûcên hovane yên li dijî şêx û rûspiyên, sivîlan û leşkeran şermezar dikin û dibêjin ev sûc hewl didin li herêmê tevlihevî û fitneyan derxin û destkeftiyên hatine bidestxistin, têk bibin.

Daxuyaniyên têne dayîn û banga derxistina fitneyên di navbera QSD`ê û gel de dikin, şermezar dikin, ji ber QSD zarokên me ne, herêm ji fikrên tundraw û terorê rizgar kirin, di heman demê de aliyên îro hewldana derxistina fitneyan dikin ew bi xwe piştgiriya rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst dikin.

Em bang li aqilmend, şêx, rûspî, êl û şêniyên herêmê dikin ku li dijî fitneyan yekitiya xwe ava bikin û bila kesên sûcdar û kesên bi hêzên şerker re kar dikin, bizanin ku em ê li dijî wan bisekinin, planên wan ên hovane têk bibin û ew ê bi saya hevgirtina gel û zanebûna me serkeftin para me be."

Daxuyanî bi sloganên "Bijî yekiti û biratiya gelan" bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din