Rûspiyên Helebê: Divê eşîrên Ereb bi QSD’ê re bin

Rûspiyên Helebê got: "Hedefkirina şêxên eşîrên Ereb ên li herêma Dêrazorê planeke hikumeta Sûriyê û dewleta Tirk e. Armanc ew e ku di navbera gelên herêmê de fitneyê çêkin. Em bang li  şêx û rûspiyan dikin ku li hemberî van planan bi QSD'ê re bin.”

Têkildarî suîqastên dawî yên li hemberî şêx û rûspiyên herêma Dêrazorê, şêx û rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ANHA'yê re axivîn.

Şêx Elî El-Hesen di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji eşîra Igêdat re xwest.

El-Hesen got: “Hedefgirtina şêx Hefel ji salan ve hatiye plankirin. Ev hedefkirin ne ya yekemîn e û ne jî ya dawî ye. Armanc ew e ku şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbe bikin. Dixwazin serkeftin û destkeftiyên ku bi saya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hatine bidestxistin, têk bibin. Yên sûdê ji qetilkirina şêx Metşer û şêxên eşîrên din digirin hikumeta Sûriyê û dewleta Tirk in."

Şêx Elî El-Hesen bang li kesayetên ku xwe wekî şêxên eşîran bi nav dikin û di heman demê de fitneyê derdixînin, da ku daxwazên hikumeta Sûriyê an Tirkiyê bi cih bînin, kir û got: "Heke hûn bi rastî şêxên eşîran bin, ji şêniyên eşîreya xwe karbikin û ne bi yên ku di otêlên vir û wir de dimînin. Nehêlin ku xelk şerê hev bikin. Xelkê me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê fitneyê baş dizane, ji ber ku serkeftin hatine bidestxistin bi saya ewlehiya ku QSD'ê pêk tîne ye. Heta niha ewlehiyek wekî ya niha çênebûye. Lê em ji wan kesan re dibêjin, bi agir nelîzin ji ber ku agir wê we bişewitîne."

Şêx El-Hesen di peyama xwe de got: "Dema çeteyên DAIŞ'ê zêdetirî hezar û 500 kes ji eşîra Şiêtat qetil kirin, hûn li ku derê bûn. Çima hûn li hemberî DAIŞ'ê nesekinîn. Em hemû dizanin ku DAIŞ hevkarê we ye, divê hûn bizanin ku bi baldarbûna gelê me û kombûna wê ya li derdora Hêzên Sûriya Demokratîk hemû hewldanên we dê têk biçin."

Şêx Heysem Merdelî jî got: "Em gel, bi hev re bi biratî û aştî dijîn. Me ferq û cudahî nexistiye navbera Kurd, Ereb, Asûrî, Suryan, Ermenî, ol û mezhebên din. Bi rêya van fitneyan dixwazin Hêzên Sûriya Demokratîk têk bibin. QSD gel hemû ji zilm û tarîtiyê rizgar kir. Di nava vê hêzê de hemû pêkhate hene. Çi dikin bila bikin em bi hev re dijîn û em ê bi hev re bijîn. Tu kes nikare me ji hev qut bike.”

Şêx Heysem Merdelî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû eşîran kir ku li hemberî van planên qirêjî, bi QSD'ê re bin.

ANHA


Mijarên Din