Rûspiyên herêmê: Yekitiya Kurd ji bo rawestandina  dagirkeran pêwîstiyek e

Rûspiyên herêma Dêrikê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û axa başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin: “Em bang li êl û partiyên siyasî dikin ku li hember êrişên dewleta Tirk û timayên wê yên li axa Kurdistanê bibin yek.”

Dewleta Tirk tevî çeteyên xwe yên bermahiyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û axa başûrê Kurdistanê dikin da ku timayên xwe pêk bîne û gelê Kurd qir bike. Her wiha armanc dike destkeftiyên gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku bi saya xwîna şehîdan û hevgirtina gelên herêmê pêk hatine, têk bibe.

Derbarê vê mijarê de rûspiyên êlên herêma Şerqiye ji ANHA`yê re nêrînên xwe parve kirin. Berpirsê giştî yê Meclisa Rûsiyên herêma Şerqiye Hewas Cidê got: “Bi navê Meclisa Rûspiyên Êlan em êrişên faşîst ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û axa başûrê Kurdistanê şermezar dikin.”

Cidê wiha domand: “Her kes armanca dewleta Tirk dizane. Ew ne tenê partiyekê yan jî êlekê yan jî beşeke Kurdisatnê dike hedef, dixwaze tevahî Kurdan qir bike. Kurdan bide  koçberkirin, demografiya herêmên wan biguhere û axa Kurdistanê hemû dagir bike. Çeteyên ku dewleta Tirk bi rêya wan demografiya herêmê diguhere, bi saya berxwedana gelên herêmê hatin tunekirin. Ji ber wê dewleta Tirk dixwaze Rêveberiya Xweser û tecrubeya netewa demokratîk a ku banga jiyana aştiyane û biratiyan gelan dike, têk bibe. “

Cidê behsa armancên din ên êrişên dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Ew bi rêya êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dixwaze mudexeleya kar û baren dewletên Ereb bike. Bi hinceta ku erdên Osmanî ne û divê desthilatdariya împeratoriya Osmanî vejîne.”

Cidê bal kişand ku dewleta Tirk êrişî Hêzên Parastina Gel ên li başûrê Kurdistanê dike, ji ber ku HPG li hember timatiyên wê yên li herêmê sekinî. Dewleta Tirk dixwaze başûrê Kurdistanê ji aliyê aborî ve tengav bike, rêyek bazirganî di navbera Heleb, Musil, Bexdad û Îranê de veke û deriyê sînorê Îbrahîm El-Xelîl bigire û herêma Kurdisatnê dorpêçkirî bihêle.

Li ser vê yekê Cidê bang li tevhaiya êlên herêma Şerqiye û êlên din, gelê Kurd û partiyên Kurd ên li tevahiya Kurdisatnê kir ku kongreya niştîmanî ya Kurd li dar bixin û yekitiya xwe li hember timayên Erdogan ava bikin. Cidê got: “Ji bo maf û destkeftiyên gelê Kurd ên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin bên parastin, yekitî pêwîstiyek e. Divê hemû pêkhate, taîfe û mezheb li dijî êrişên Tirkiyê ku xeteriyê li ser herêmê çêdikin, refên xwe bikin yek. Ji ber ku destwerdana Tirkiyê li Lîbya, Somal û herêmên din ji bo vegerandina desthilatdariya Osmanî ye."

Berdevkê fermî yê Meclisa Rûsiyên Êlan Şêx Sînan Sîdoş girêdayî heman mijarê got: “Dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e û serokê Tirkiyê got ew ê heta konekî gelê Kurd li Afrîkayê hebe jî dê tune bike. Dewletên cîhanê ji siyasetên dewleta Tirk ên li herêmê û mudexeleyên wê di kar û barên dewletan de ne razî ne. Êrişên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Efrîn û Serêkaniyê encamên têkçûna wê li ser asta navdewletî ye. Gelek dewletên Ereb êrişên dewleta Tirk ên li ser  başûrê Kurdistanê red kirin, lê helwesta gelê Kurd ne li gorî tê xwestin bû. Diviyabû ku gelê Kurd li tevahiya axa Kurdistanê ev êrişan red kiriban.”

Sîdoş wiha domand: “Divê gelê Kurd ji NY û dewletên têkildarî mafên mirovan re ragihînin ku dewleta Tirk armanc dike gelê Kurd û Ereb ê herêmê qir bike. Armanca Tirkiyê ne tenê tunekirina Kurdan e, Lîbya jî mînaka herî ber bi çav e. Ne li wir û ne jî li Yemen û Misirê Kurd tune ne. Ew tenê dixwaze berjewendî û timatiyên xwe pêk bîne.”

Sîdoş bang li tevahiya dewletên têkildar kir ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd bigirin.

Sîdoş axaftina xwe wiha domand: “Gelê Kurd mîna gelên din ji mafê wî ye ku li ser axa xwe bi zimanê xwe bijî. Ji ber ku gelê Kurd cîhan ji DAIŞ`ê xilas kir û di vê rêyê de bi hezaran ciwan dan. Her wiha deriyên xwe ji bo bi hezaran koçberan vekir. Çeteyên li herêmê hatine girtin, mîna bombeyek demkî ye mirov nizane wê kengî biteqe. Ji ber wê divê cîhan desteka şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û êrişên dewleta Tirk rawestînin. Êdî timatiyên dewleta Tirk ji raya giştî ya cîhanê re diyar bûne. Ev timayên wê xeter in. Ji ber ku dewleta Tirk hewl dide dewleta Osmanî careke din vejîne û herêmên nû kontrol bike.”

Di dawiyê de Sîdoş pêwîstiya yekitiya Kurd, bi taybet însiyatîfa fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk xuya kir û got: “Yekitî rêya tekane ya berxwedana li hemberî timatiyên dewleta Tirk e.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din