Rûspiyên Hesekê der barê gefên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyek da

Rûspiyên eşîrên kantona Hesekê bi daxuyaniyekê bang li civaka navdewletî kir ku berpirsyariya xwe der barê gefên li dijî biryarên navdewletî yên dewleta Tirk a dagirker de bi cih bîne, rêzdariyê bide pîvanên navdewletî, biryarên Meclisa Ewlehiyê û parastina sivîlan.

Piştî ku aloziya hundirîn a Tirkiyê zêde bûye, dewleta Tirk a dagirker dest bi gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Hêrsa şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe di vê der barê de zêde bûye. Şêniyan teqez kir ku ew ê bersiva êrîşan bidin.

Rûspiyên eşîrên kantona Hesekê di vê çarçoveyê de daxuyaniyek ji raya giştî re da. Di daxuyaniyê de soz dan QSD`ê ku ew ê bi wan re li hember êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên wan ên ewle li Bakurê Sûriyê di yek rêzê de bisekinin.

Bi sedan rûspî û şêxên eşîran, her wiha şandeyên meclisên herêmî yên kantona Hesekê ji wan têkiliyên dîplomatik ên Meclisa Heres Xabûr, hemû partiyên siyasî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li qada meclisa navçeya Serêkaniyê hat xwendin.

Li qada meclisa navçeyê pankartên “Divê qedexeya firîna balafiran li ser erdê me pêk were”, “Na ji dagirkeriya dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re” û “Na ji Osmaniya nû re” daliqandin.

Daxuyanî ji aliyê serokê Meclisa Qebîleya El-Cibûr û endamê Desteya Rûspiyan a Kantona Hesekê Fewaz El-Zobe ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Piştî serkeftinên QSD`ê li dijî hêzên terorîst ku li şûna tevahî cîhanê şer kir, bi hezaran şehîd ji hemû pêkhateyan dan, ber bi pêvajoya ronîkirin û avakirinê ve çû û piştî ku hêviyên Tirkiyê di avakirina projeya Osmaniya kevn de, ji beşdarbûna ji herêma ewle ku bi sponseriya wê were avakirin hat dûrxistin, dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe li ser sînorê me yê bakur ji bo temamkirina projeya dagirkirinê mîna Efrîn, Bab, Ezaz, Cerablus û Idlibê bi cih kir.

Em wek hêzên siyasî, çandî, eşîrî û saziyên civaka sivîl bi hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê van daxwazan dikin:

1- Divê civaka navdewletî berpirsyariya xwe der barê gefên li dijî biryarên desteyên navdewletî de pêk bîne.

2- Divê çûn û hatina hewayî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were qedexekirin.

3- Divê herêma ewle bi şopandina navdewletî be û Tirkiye jê were dûrxistin.

4- Ji ber dewleta Tirk aloziyên xwe yên hundirîn derdixe dewletên cîran û her tim destekê dide terorîstan li cîhanê, em bang li civaka navdewletî dikin ku rêzdariyê bidin pîvanên navdewletî, biryarên meclisa ewlehiyê û parastina sivîlan.

5- Em bang li Koalîsyona Navdewletî dikin ku erka xwe li beramberî saziyên leşkerî û sivîl pêk bîne.

Em wek hêzên siyasî, çandî, eşîrî û saziyên civaka sivîl soz didin QSD`ê ku em ê li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin."

Piştî daxuyaniyê beşdaran berê xwe da nuqteyên leşkerî yên li ser sînor. Li wir jî cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Muhafizîn Ekrem El-Mehşûş û berdevkê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Şiyar Hesekê  axivîn û daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku li rex wan ji bo gefên dagirkeriya Tirkiyê ya derbasbûna herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin, her wiha red kirin ku herêma ewle dagirkeriya Tirk jî tê de hebe. Di heman demê de gotin dewleta Tirk aloziyên xwe yên hundirîn derbasî dewletên cîran dike.

Her wiha di axaftinan de soz hate dayîn ku ew ê di yek xendeqê de ji bo bersivdayîna dijminan bin û heta dawiyê wê li ber xwe bidin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din