Rûspiyên êlên Dêrikê banga yekrêziya refa Kurd dikin

Daxwazên gel ji bo lidarketina kongreya neteweyî ya Kurdistanê û lêvegerek siyasî ku nûnertiya gelê Kurd di qadên navdewletî û herêmî de dike, zêde dibin.

Di demekê de ku destkeftiyên gelê Kurd di tevahiya parçeyên Kurdistanê de rastî gefan tên, dengên ji bo pêwîstiya yekitiya kolana kurdî û tevlêbûna tevahiya aliyan di kongreya neteweyî ya Kurdistanê de li Rojava ya ku tê payîn di demeke nêz de li dar bikeve, bilind dibin.

Rûspiyên êlên Kurd ên herêma Dêrikê ji ajansa me re girêdayî mijarê axivîn.

Berpirsê giştî yê Meclisa Êl û Rûspiyan Hewas Cedîî gefên Tirkiyê yên li dijî herêmê bi taybet Rojava, destnîşan kirin û banga yekitiya refa Kurd kir.

Yekitiya kolana kurdî dê giraniyeke wê di qadên navdewletî de hebe

Cedîî destnîşan kir ku şert û mercên niha guncaw in da ku kongreya neteweyî ya Kurdistanê li dar bikeve û yekitiya partî, rêxistin û êlên Kurd di bin sîwanekê de ku xizmeta gelê Kurd bikin, ava bibe.

Cedîî axaftina xwe wiha domand: "Lidarketina kongreya neteweyî ya Kurdistanê erkeke neteweyî ye û ji hemûyan tê xwestin ku bi erkên xwe rabin. Ji ber ku yekrêzî û yekitiya kolana Kurdî dê bandorek wê ya xurt û aktîv di qadên navdewletî û herêmî de hebe, bi taybet li gel guhertinên siyasî ku li herêma Rojhilata Navîn rû didin."

Cedîî tekez kir ku pêwîst e ev merc werin bikaranîn, bi taybet li gel destkeftiyên ku gelê Kurd di Şoreşa Rojava de pêk anîne. Lewre her  kêmasiyek ji aliyê partî, rêxistinên siyasî û kesayetên serbixwe ve dê trajedîk be û ji bo gelê Kurd bi giştî windahiyek be.

Hindek partî ji ber tirsa li ser berjewendiyên xwe li dijî kongreya neteweyî ne

Di berdewama gotinên xwe de Cedîî destnîşan kir ku KNK`ê di civînên xwe de ku bi partî, rêxistinan, oldaran û êlan re ji bo lidarketina kongreya neteweyî ya Kurdistanê li dar xistine, bi tevahiya hêzên xwe hewl da bi ser bixe û wiha domand: "Lê hejmarek ji partiyên Kurd li dijî lidarketina kongreyê bi hincet in ku dem ne guncaw e."

Cedîî wiha pê de çû: "Hindek partî ji ber berjewendiyên xwe yên partiyetî yên teng li dijî lidarketina kongreya neteweyî ya Kurdistanê disekinin. Ji ber ku lidarketina kongreyê ne ji berjewendiya hindek kesayet û partiyên Kurd e."

Berpirsê giştî yê Meclisa Êl û Rûspiyan Hewas Cedîî di dawiyê de tekez kir ku meclis li dijî kesayet û partiyên ku berjewendiyên xwe yên kesayetî û partiyetî ya teng tercîh dikin. Nabe mirov van kesayet û partiyên Kurd wek nûnerên Kurdan bihesibînin, ji ber ku li hember lidarketina kongreyê bûne asteng.

Endamê Meclisa Êl û Rûspiyan a herêma Dêrikê Ebdullatîf Mihemed Mistefa got gelê Kurd di çar parçeyên Kurdistanê de ji ber komkujiyên pergalên şovenîst û zordest gelek azar kişandine. Mistefa wiha berdewam kir: "Lewre ji her çarparçeyên Kurdistanê bi partî û rêxistinên xwe ve tê xwestin ku piştgiriya insiyatîfa KNK`ê ji bo lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê bikin. Ji ezeztî, berjewendiyên partiyetî yên teng dûr bikevin û hewl bidin kongreyê bi serbixin da ku yekitiya nêrîn û refa Kurd ava bikin."

Divê nakokî bi dawî bibin

Mistefa ev tişt diyar kir: "Divê nakokiyên kesayetî û partiyetî yên teng bi rêya diyalogê çareser bibin. Her wiha hewldan ji bo xizmeta doza Kurd di vê pêvajoya dîrokî de bên kirin. Berjewendiyên partiyetî yên teng bûn sedema koçberiya çîna ciwan ji parçeyên Kurdistanê."

Mistefa tekez kirku ew wek Meclisa Êlan piştgiriya hewldanên lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê dikin  ji bo yekrêziya partiyên kurd di bin sîwanekê de ku mafên gelê Kurd misoger dike û xizmeta doza wî ya rewa dike.

Di dawiyê de Mistefa bang li partiyên siyasî yên ku li dijî lidaketina kongreya neteweyî ya Kurdistanê ne kir ku li siyaseta xwe vegerin, ji ber ku ew li hember gelê Kurd û doza wî di cihekî şaş de ne. Bi taybet li gel ku şaştî ne tenê bandor li partî û berjewendiya wî ya kesayetî dike, lê belê li tevahiya gelê Kurd dike û got: "Divê em bêjin êdî bese ji van partiyan re yên ku xizmeta berjewendiyên xwe yên kesayetî dikin û didin pêşiya berjewendiya gel bi giştî bi awayekî ku xizmeta dijminên gelê Kurd bike."

(şx)

ANHA


Mijarên Din