NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

Rûspiyên êlên Ereb: Em ê piştgiriya QSD’ê bikin

Rûspiyên êlên Ereb ên herêma Serêkaniyê tekez kirin ku ew dê li hemberî dewleta Tirk piştgiriya QSD’ê bikin. Rûspiyan bang li dewletên Ereb kirin ku li hember barjewendiyên Tirkiyê tev bigirin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li herêma Serêkaniyê forumeke diyalogê bi beşdariya rûspiyên êlên Ereb, Tirkmen û Çaçan lidar xist.

Forum bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre rêveberê PYD’ê yê kantona Hesekê Ciwan Îso got: "Li ser herêmê gefên Tirkiyê yên bênavber bi armanca derbkirina ewlehî û aramiyê hene."

Îso diyar kir ku Tirkiye hewl dide ji nû ve serdema Osmaniyan vegerîne û Mîsaqa El-Milî ya li ser dagirkirina pareçeyên mezin ên herêma Sûriyê ji Helebê heta xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Mûsila Iraqê bi dawî dibe, pêk bîne.

Di vî warî de Îso gefên Tirkiyê şermezar kir û wiha anî ziman: "Em hemû hewldanên Tirkiyê yên êrîşkirina li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û ji raya giştî re tekez dikin ku em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî pêkhateyên xwe dê li hember dewleta dagirker a Tirk bi hemû enerjiya xwe li ber xwe bidin."

Di forumê de êlên Ereb, Çaçan û Tirkmen misoger kir ku dê piştevaniya QSD’ê bikin û li hember dijminatiya Tirkiyê bisekinin.

Li dawiyê forumê êlên ereb daxuyaniyek ji raya giştî re weşand ku ji hêla rûspiyê êla El-Şerabîn Mehmûd El-Ilêwî ve hat xwendin û wiha ye:

"Tevî aloziya Sûriyê û girêkkirina wê ya di asta bilind de, gefên dewleta Tirk ên li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ewle bi armanca dagirkirinê di bin navên bihane û hicetên derewîn de, bilind dibin. Ew jî piştî ku berê rûberên erdnîgarî yên Sûriyê yên fireh weke;Cerablus, Ezaz, Efrîn û Babê û hin herêmên dîtir dagir kirin. Li wan herêmên dagirkirî siyaseta pevguhartina civak û guhartina demografî çêdibe. Bi vê re jî amadekarî li wan herêman tên kirin û dibe kaniya terorê bi rêya jinûve birêxistinkirina komên tundrew ên ku ji netewe û nasnameya xwe ya Sûriyê hatine kirin û bûne alavên Tirkiyê di dema daxwazê de. Da ku gefan li herêmê bixwin û rê li pêş çareseriyên aştî û dîplomasiyê bên girtin.

Ev gef di vê merheleyê de cidî û birêxistinkirî ne û di radeya yekemîn de hedefgirtina desthilata Sûriyê û rewşa aramiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Kiryarên Tirkiyê yên wêrankirina binesazî û civaka Sûriyê ji 2011’an ve heta vê kêliyê ne û kaxeza penaberên Sûriyê bi kar tîne.

Li vir bang li ciwanên gelê me yên ku neketin bin bandoriya siyasetên dewleta Tirkiyê û van rêxistinên terorîst dikin ku vergerin war û herêmên xwe û bi aştî bi şêniyên xwe re jiyan bikin û bixebitin. Da ku siyaseta bi armanca derbkirina pêkhateyan li dijî hev, afirandina fîtne û şerê navxweyî di navbera êl û erşîran, ol û etînkan de vala bikin. Her wiha jî da ku derbaskirina projeya Îxwanan piştî binkeftina alavên terorîstê yên bi destê QSD’ê yên weke; DAIŞ, Cehbet El-Nusra û komên “Artêşa Azad” di pêkanîna armancên wê de, têk bibin.

Em şêx û rûspiyên êlan û aktevîzên civakê ji hemû pêkhateyên herêma Serêkaniyê-Reş Êno-tekez dikin ku dê ji hêzên leşkerî re da ku gefên dewleta dagirker a Tirk rawestin her pêdiviyên guncaw pêşkêş bikin. Dê di radeya yekemîn de pişta xwe bidin xwe. Dê bibin yekşane, da ku vê projeya terorî ya ku tevahî herêmê û gelê wê bêyî tu cudahiyê dike hedef ji Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Aşûr û Tirkmen û hewl dide şêniyên resen ji cih warên wê vala bike, têk bibin.

Di dawiyê de bang li tevahî dewletên Ereb dikin ên ku li rex QSD’ê şerê bidawîkirina rêxistina DAIŞ’ê yê leşkerî kiriye, bersiva vê dijminatiya bigûman bidin û bi erkên xwe yên exlaqî rabin. Ji ber çi paşguhkirina bi vê dijminatiyê re dê zemînekî guncaw a vegera DAIŞ’ê veke û bi wê re jî dê jiyana bi hezaran sivîl bikeve xeteriyê."

(fr)

ANHA


Mijarên Din