Rûspiyên Minbicê: Komxebat hevgirtina gelê Sûriyê îsbat kir

Rûspiyên bajarê Minbicê yên ku beşdarî "Komxebatên Eşîrên Sûriyê" bibûn, gotin, di komxebatê de banga yekitiya xaka Sûriyê û çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya danûstandinên navxweyî hate kirin.

Ji rûspî û serokeşîrên Sûriyeyê 5 hezar kesayet beşdarî "Komxebata Eşîrên Sûriyeyê" bibûn ku di 3‘yê Gulanê de bi sponseriya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li navçeya Eyn Îsayê pêk hatibû. Şêx û Rûsiyên Minbicê yên ku beşdarî komxebatê bibûn girîngî û encamên komxebatê ji ajansa me ANHA‘yê re parve kirin.

Ji rûspiyê eşîra El-Bû Sultan li bajarê Minbicê Adil Ebdulselam anî ziman ku komxebat serkeftî bû û banga  çareserkirina aloziya Sûriyê û rawestandina rijandina xwînê li Sûriyê kir.

Di encamnameya komxebatê de banga yekitiya xak û gelê Sûriyê hate kirin, mafê gelê Sûriyê ku bi rêbazên rewa herêmên dagirkirî (Efrîn, Cerablus, Ezaz, Bab û Colanê) vegerînin.

Rûspiyê eşîra El-Esîdî Şêx Mihemed Qadiq El-Esîdî got: "Di komxebatê de diyalogên şêwerî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, her wiha hevgirtina hemû pêkhateyên Sûriyê li hemberî dijminan derketin pêş."

El-Esîdî anî ziman ku "Em gelê Sûriyê yek in, ji beriya hezarên salan bi hev re dijîn, ne ol ne etnîk û ne jî mezheb me ji hev dûr dixe. Li ser vî esasî em tevlî komxebatê bûn."

Rûspiyan di dawiya axaftinên xwe de banga hevgirtin û çaresrekirina aloziya Sûriyê bi rêya danûstandinên Sûrî-Sûrî kirin û gotin, ne bi danûstandinan be çareserî ne pêkan e.

(bb)

ANHA


Mijarên Din