Rûspiyên Reqayê banga avakirina dadgeheke navneteweyî kir

Rûspiyên Reqayê banga avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê yên girtî yên li gel Rêveberiya Xweser kir.

Di çarçoveya qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tunekirina Terorê de, bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan xwe radestî QSD’ê kir. Bi sedan jî ji aliyê QSD’ê ve hatin girtin. Her çendî Rêveberiya Xweser hewl da jî lê dewletên ku hemwelatiyên wan di nava DAIŞ’ê de bûn û niha li gel Rêveberiya Xweser girtî ne, wernegirtin.

Rêveberiya Xweser û gelê herêmê daxwaza dadgeheke navneteweyî kir ku çeteyên DAIŞ’ê werin darizandin.

Yek ji herêmên ku çeteyên DAIŞ’ê kiryarên dermirovî lê kirin jî Reqa bû. Rûspsiyên herêma Reqayê daxwaza avakirina dadgeheke navneteweyî kir ji bo ku çeteyên DAIŞ’ê lê werin darizandin.

Şêxê eşîreya Sebxa, Mihemed Tirkî Sûan bang li Konseya Ewlehiyê û civaka navneteweyî kir ku dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina endamên DAIŞ'ê yên di girtîgehên Bakurê Sûriyê de ava bikin û got: "Heger dadgeheke taybet bi wan û li Sûriyê neyê avakirin, dibe ku DAIŞ vegere û heman xetereyê li ser herêmê çêke."

Rûspiyê êla Mûsa Zahir, Şêx Ayid El-Hadî jî got: "Heger welatên ku hemwelatiyên wan tev li DAIŞ'ê bûne û niha girtî ne, nikarin welatiyên xwe darizînin, bila bi cîdiyet li derveyî sînorê xwe bixebitin. Yanî bila di demeke nêzîk de dadgeheke navneteweyî li Sûriyê ava bikkin. Çawa me DAIŞ xist xefikê û li dijî wan bi ser ketin, em dikarin prosesa darizandina wan jî bi rê ve bibin."

Her du rûspiyan bal kişand ser ku DAIŞ'iyên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de hîna fikrên tundraw hildigirin û wiha got: “Di heman demê de QSD dide xuyakirin ku ew rojhilatê Firatê diparêze û rê nade Tirkiyê ku herêmê dagir bike. Heger Tirkiye tiştekî wisa bike, dibe ku DAIŞ ji nû ve vegere û li ser Ewropa û tevahî cîhanê belav bibe.”

Her du rûspiyan bang li civaka navneteweyî kir ku fişarê li dewletên Ewropayê bikin da ku welatiyên xwe yên ku tev li DAIŞ'ê bûne, wergirin û dadgeheke navneteweyî li Sûriyê ava bikin ku çete lê werin darizandin.

(bb)

ANHA


Mijarên Din