Rûspiyên Reqayê: Divê DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were darzandin

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê biryara dewletên derve ya derbarê avakirina dadgeheke navnetewî ji bo darzandina çeteyên DAIŞ`ê li Iraqê de red kirin û gotin: “Divê çete li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên darzandin.”

Piştî ku QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê di aliyê leşkerî de têk birin, berê her kesî lê ye ku çeteyên DAIŞ`ê li Iraqê darznînin. Lê ev biryar ji aliyê şênî, rûspî û nûnerên eşîrên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat redkirin.

Şêxê eşîra El-Berîc, Mihemed Nûr El-Zîb daxuyakirin ku bajarên herî mezin li Sûriyê şahidiya sûcên DAIŞ`ê dike, ew jî bajarê Reqayê ye ku çeteyan wek paytexta xwe binav dikirin. El- Zîb got: “Em ji civaka navnetewî dixwazin ku çeteyên DAIŞ`ê li herêmên ku xwîn rijandin, bên darzandin.”

Mihemed Nûr El-Zîb wiha got: "Darzandina çeteyan li Iraqê dilê malbatên şehîdên ku terorîstên DAIŞ`ê ji herêmên xwe rizgar kirine, rehet nake."

Her wiha şêxê eşîra El-Sebxa, Mihemed El-Soan destnîşan kir ku dadgeha navnetewî divê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê ava kirin û wiha got: "Em mafdar in ku çeteyên em koçber kirin û sûcên dermirovî li ser me meşandin, darzînin. Em ji hemû nûner û şêxên eşîran dixwazin bi me re bin da ku em herêmên xwe ava bikin."

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din