Rûspiyên Şehba û Efrînê komkujiya Til Rifetê şermezar kirin

Rûspiyên êlên kantonên Efrîn û  Şehbayê û Yekitiya Ciwanên Efrînê komkujiyên artêşa Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrînê bi daxuyaniyên cuda şermezar kirin.

Bi dehan rûspiyên êlan li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek dan raya giştî. Di daxuyaniyê de êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiya artêşa Tirk a dagirker li navçeya Til Rifetê di 2`yê Kanûnê de hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de rûspiyên êlên Efrîn û Şehbayê destnîşan kirin ku Tirkiyê bi hovîtiya xwe û pozbilindiya neviyên osmaniyan ên nû êrişên xwe didomîne û sivîlan dikuje.

Di daxuyaniyê de rûspiyan diyar kirin ku wek rûspiyên êlên Efrîn û Şehbayê kirina tirsnak û şermûk a Tirkiyê li dijî şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin şermezar dikin û bang li rêxistinên navdewletî û civaka navdewletî dikin ku vê sûcê û tevahiya sûcên artêşa Tirk a dagirker belge bikin.Rûspiyan daxwaz kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji tevahiya axa Sûriyê werin derxistin.

Ji aliyê xwe ve Yekitiya Ciwanan a herêma Efrînê komkujiya li Til Rifetê ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve pêk hatiye bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Daxuyanî ji hêla endamê Yekitiya Ciwanan a herêma Efrînê Dilo Musa ve hate xwendin. Yekitiyê di daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên wan teqez kirin. Her wiha bêdengiya rêxistinên navdewletî li hember kirinên Tirkiyê li herêmê şermezar kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din