Rûspiyên Zerganê: Em ê planên li dijî herêmê me têk bibin

Rûspiyên êlên navçeya Zerganê her hebûnek a dewleta Tirk li herêmê red kirin û diyar kirin ku herêm ewle ye. Rûspiyan gotin, ji bo têkbirina planên dewleta Tirk li dijî ew ê wekî şaneyekê bixebitin.

Buroya Têkiliyên Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Hesekê bi tevlîbûna bi dehan şêx û rûspiyên êlên Kurd û Ereb ên navçeya Zerganê ya herêma Serêkaniyê civînek li dar xistin. Civîn bi armanca nîqaşkirina rewşa siyasî û leşkerî li qadeke navçeyê lidar ket.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokatiya Buroya Têkiliyên Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk a kantona Hesekê Ciwan Îso axivî. Îso di destpêka axaftina xwe de rola rûspî û şêxên êlan di rêxistinkirin û parastina herêmê de destnîşan kir.

Her wiha Îso destekdayîna rûspiyan bi QSD û meclisên wê yên leşkerî silav kir.

Di dawiya civînê de rûspiyan daxuyaniyek ji raya giştî re parve kirin.

Rûspiyê êla Şêxan, Fethî Silêman daxuyanî xwend û got: "Di demekê de ku aloziya Sûriyê kûr dibe de asta gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ewle bilind. Dewleta Tirk bi bihane û navên cûda firehiyek ji erdîngariya Sûriyê dagir kiriye, siyasetên guhertina demokratîk pêk tîne. Dîsa jî bi rêya rêxistinkirina komên tundraw yên bûne alav di destê wê de herêmê kirine navenda çeteyan. Her wiha rê li ber çareseriyên aştiyane digire

Ev gefanan di radeya yekemîn de serwerî û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Rola herî mezin a rûxandina binsaziya herêmê û civaka Sûriyê ya ji sala 2011‘an heta niha Tirkiyê. Dewlet Tirk penaberên Sûriyê wekî kaxezekê bi kar anîn da ku siyasetên xweyên qirêj pêk bîne.

Ji vir em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li dû siyastên dewleta Tirk û dagirker û rêxistinên terorîst  nemeşin û vegerin warên xwe û bi şêniyan  re di nav ewlehiyê de bijîn. Her wiha bi hev re kar bikin da ku siyaseta ku têkbirina biratiya gelan a di navbera pêkhateyan de armanc dike têk biçin. Ev siyaset belavkirina tevliheviyê û şerên navxweyî di navbera êl, ol, kêmneteweyan de armanc dike da ku projeya xwe ya îxwançî belav bike. Bi taybet piştî ku amûrên wê yên terorîst mîna DAIŞ`ê û  komên din ên çeteyan ji hêla Hêzên Sûriye Demokratîk ve têk çûn û negihiştin armanca xwe.

Girêdayî herêma ewle jî, wek şêx û rûspiyên êlan û saziyên civakî ji tevahiya pêkhateyên navçeya Zerganê em tekez dikin ku em di nav ewlehiyê de ne û em ti wisayetek ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li herêmên me yên ewle red dikin. Her wiha em tevahiya tedbîrên ewlehiyê ji bo sînoran di bin çi navî de dibe bila bibe qebûl dikin da ku sînorekî ji gefên Tirkiyê yên domdar deynin lê bi şerta ku bi sponseriya navneteweyî û lihevkirinek navdewletî be heya ku bighêje çareseriyek aştiyane û giştî ji aloziya Sûriyê re.

Em tekez dikin ku em ê her tiştî pêşkêş bikin da ku rê li pêşiya wan gefan bigirin û di radeya yekemîn de pişta xwe bidin xwe. Em ê wek şaneyekê kar bikin da ku vê projeya terorîst a ku tevahiya herêm û gelên wê bê istisna dike hedef têk bibin.

Em bang li tevahiya dewletan kir di nav de yên Ereb ên ku li rex  QSD`ê rêxistina DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî ve tune kirine kir ku bi erkên xwe yên exlaqî rabin da ku gefên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bikin, ji ber ku her sistbûnek di vî warî de dê zemîna vegera DAIŞ`ê ji herêmê re ava bike."

ANHA


Mijarên Din