Rûsya amade ye navbeynkariya Azerbeycan û Ermenistanê bike

Rûsyayê rave kir ku ew amade ye civînekê di navbera wezîrên derve yên Ermenistan û Azerbeycanê de li dar bixe. Di hewldanekê de ji bo ku şerên li herêma Nagornî-Qerebax rawestin.

Wezareta Derve ya Rûsyayê diyar kir ku Wezîr Sergey Lavrov, gotiye Moskow amade ye her du wezîrên derve yên Ermenistan û Azerbeycanê pêşwazî bike da ku dest bi diyalogê bikin.

Sergey Lavrov destnîşan kir ku xebata bi her du aliyan dê bi awayekî serbixwe were meşandin û dê nûnerên koma Minsk a girêdayî Rêxistina Ewlekariyê û Hevkariyê ya Ewropayê weke navbeynkar tev lê bibin.

Li aliyekî din Azerbeycanê ragihand ku ew hemleya xwe ya leşkerî ku bi `Rewa` wesifand didomîne.


Mijarên Din