Rûsya û Çînê careke din pêşnûmeya derbarê derbasbûna alîkariyan de veto kir

Rûsya û Çînê careke din di civîna Konseya Ewlekariyê ya NY'yê de pêşnûmeya Belçîka û Almanyayê ya der barê parastina du nuqteyên li ser sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de  li pêşiya derbasbûna alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê veto kirin.

Di daxuyaniya nûnerên Belçîka û Almanyayê de hate gotin: "Rûsya û Çînê mijara tam mirovî veto kir. Ji ber vê birayê em ê bi xurtî lêborînê dixwazin. "

Ji ber vetoya Rûsya û Çînê ku di destpêka Tîrmeha 2020'an de hatibû kirin pêşnûmeya Belçîka- Almanyayê hilweşiya.

Li gorî navaroka pêşnûmeyê divê deriyên Bab El-Selame û Bab El-Hewa yên bi Tirkiyê re bimînin.

Konseya Ewlekariyê duh (Pêncşemê) pêşnûmeya Rûsya ya derbarê vekirina deriyekî tenê li ser sînorê Tirkiyê-Sûriyê ji bo derbasbûna alîkariyan red kir.

Nûnerê Almanya Christopher Heusgen ku welatê wî serkêşiya konseyê dike got: "4 endamên Konseya Ewelekariyê deng dan biryarê, 7 endaman li dijî biryarê deng dan û 4 dengê xwe nedan. Ev biryar li gorî ku dihat xwestin deng wernegirt."


Mijarên Din