Rûsya dê pergala S- 400 di Tîrmeha bê de radestî Tirkiyê bike

Kermelin dema radestkirina pergala S- 400 ji bo Tirkiyê diyar kir.

Li gorî Reutresê, alîkarekî Kermelin bi navê Yuri Oshakov ji rojnamevanan re got, Rûsya difikre pergala moşekên S- 400 di Tîrmeha bê de radestî Tirkiyê bike.

Ji ber îsrara Enqera a kirîna pergala parastina a S 400 ji Rûsyayê nakokiyên di navbera Tirkiyê û DYA‘ê zêde dibin.

Wezareta Parastinê ya DYA’yê Pentagonê eşkere kir ku perwerdekirina pîlotên Tirkli ser balafirên F-35 bi dawî kir, ku DYA‘yê pêş çend mehan soza vê yekê dabû.

Rêveberiya Amerîkayê du bijêrek dabûn Tirkiyê an balafirên Amerîkayê yên F-35 an jî moşekên S-400 ên Rûsya bikre û hişyarî dabû Enqere ku heger moşekên Rûsî bikere dibe ku cezayan li ser wê ferz bike.

Demek beriya niha Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihandibû ku welatê wî ji kirîna moşekên Rûsî yên S-400 paşde venagere.

DYA dibêjin ku peymana Rûsya û Tirkiyê ya ku endama NATO‘yê bi fikar in.

 


Mijarên Din