Rûsya:  Ji aliyê artêşa Sûriyê ve şer sekiniye

Li gorî bargeha Himîmîm a hawayî ya Rûsiyê li gundewarê Lezqiyê ya Sûriyeyê  ji duh derengî şevî ve ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve şer sekiniye.

Navenda Lihevkirina ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê (Himîmîm) îro ragihand ku çekdarên li herêma bêçêk li parzêgeha Idlibê ji 18‘ê Gulanê ve 13 carî bargehên artêşa Sûriyeyê topbaran kirin.

Her wiha got, hêzên rejîma sûriyê ji êvara 18‘ê Gulanê ve şer ji aliyê xwe ve sekinandine, "Lê çekdar topbarana bargehên artêşê bi top û moşkan li herêmên bêçek a li gorî lihevkirinên Astana ya 2017 û lihevkirinên Sochi ya 2018 didomîne."

Li gorî navendê di topbaranê de 3 leşkerên Sûriyeyê birîndar bûn.

Di rojên Pêncşem û Înê de Komxebata hevpar a Rûsiyê –Tirkiyê der barê rewşa Sûriyê de civîna pêşî li Enqerayê hate lidarxistin .

 


Mijarên Din