Rûsya ji ber zêdebûna lêçûna leşkerî ya NATO’yê bi fikar e

Rûsyayê fikarên xwe yên planên NATO’yê yên der barê zêdekirina lêçûnên leşkerî de anî ziman û diyar kir ku ev yek der barê welatê wan de fikaran çêdike.

Dmitry Peskov berdevkê fermî yê serokatiya Rûsyayê der barê biryara zêdekirina lêçûna parastinê ya NATO`yê de wiha got: "Bêguman ev yek fikarên me der barê çalakiyên koalîsyonê de teqez dike, tevî hin daxuyaniyên pragmatîzmê der bar pêwîstiya avakirina têkiliyan bi Rûsyayê re."

Peskov wiha domand: "Girîng e em li pirsa der barê çawaniya gefên ji NATO`yê re binêrin. Ji ku derê tên? Bêguman em dibînin ku NATO bi awayekî sereke beşdarî çalakiyên bersivdayînê û belavbûna der barê welatê me de dibe, ev yek tenê fikaran çêdike. Mîna van agahî û biryarên girêdayî zêdebûna budçeya NATO’yê vê yekê careke din tekez dike."

Peskov wiha domand: "Serok Pûtîn pir caran got Rûsya tev li biçekkirina lêçûna ku bandorê li aboriyê dike, nabe."

Rêveberiya Amerîkayê ji hemû dewletên endamên NATO`yê daxwaz kiribû ku lêçûna xwe ya parastinê heta ji sedî 2 ji berhema xwe ya herêmî bilind bike.

 


Mijarên Din