Rûsya: Komên terorîst li Idlibê xwe ji nû ve bi çek dikin û êriş dikin

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku komên çete yên li herêma Idlibê xwe ji nû ve bi çek dikin û êrişî hêzên hikumeta Sûriyê dikin. Her wiha destnîşan kir ku di nava komên çete yê li Idlibê de hejmareke zêde çeteyên DAIŞ`ê hene.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê îro bi daxuyaniyekê wiha da zanîn: "Li herêma Idlibê ya di nava herêmên bêçek de komên mezin ên çekdaran ên girêdayî rêxistinên cuda yên îslamî di nav de Heyet Tehrîr El-Şam û Pasdarên El-Dîn ku pîvanên îdeolojîk û şêwazên terorîst ên El-Qaîde bi kar tînin, xwe bi hêz dikin. Tê zanîn ku her du rêxistinên navborî red kir ku itîrafê bi lihevkirinên Rûsya-Tirkiyê yên dawî der barê ragihandina agirbestê de ji aliyê rejîmê ve, bikin."

Wezaretê destnîşan kir ku cîhadiyên xwe li wê herêmê bi cih kirine, di nava wan de gelek DAIŞ`î hene û ew kesên ku bi rêya korîdorên ewlehiyê ji herêmên cuda yên Sûriyê hatibûn derxistin. Wezaretê piştrast kir ku endamên komên çete gelek sûd ji aramiyê girtin, xwe derman kirin, bi destekdayîna ji derve xwe bi çek kirin û niha jî êrişên dijber pêk tînin.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê wiha lê zêde kir: "Cinsiyeta kesên ku rêya tund û terorê hilbijartiyê, çi dibe bila bibe, pêwîst e li ser sûcên kirine bên lêpirsînkirin, her wiha di vê derbarê de du bijarte hene; yan tunekirina wan an jî lêpirsîna wan li gorî qanûnê."

Her du aliyên Rûsya-Tirkiyê agirbesta li Idlibê ragihandibû. Lê ji destpêka peymanê ve li Idlibê pevçûn û şer di navbera her du aliyan; hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên Tirkiyê de heye.

Ev peyman ne ya yekemîn e, her wiha Rûsya û Tirkiyê gelek peyman pêk anîbûn û bi şerên mezin û kuştina leşkerên Tirkiyê bi dawîn bûn.

(fr)


Mijarên Din