Rûsya, Koreya Bakur û Îranê moşekên nû ceribandin

Rûsyayê 2 moşekên balîstîk ceribandin, her wiha Koreya Bakur 2 moşekên menzîlkurt û Îranê jî du moşekên nû ceribandin.

Ajansa Reutersê diyar kir ku Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê got Moskovê roja yekşemê di perwerdeya leşkerî de, 2 moşekên balîstîk li Okyanûsa Arktîk û Deryaya Barents ezmûn kirin.

Avêtina moşekan piştî rojekê ji birêvebirina Pûtîn ji civîna Meclisa Ewlekariya Neteweyî ya Rûsyayê re pêk hat ku tê de Pûtîn Wezareta Parastinê û Wezareta Derve ji bo bersivdayîna Washingtonê der barê avêtina moşekeke nû de erkdar kirin.

Wezaretê bi bîr xist ku moşeka "Sineva "ya ku derbasî okyanûsan bûye û xwe dispêre fulê, ji Deryaya Tola hate avêtin, her wiha Yuri Dolgoroky jî moşeka "Bulava" ku ntirîn moşeka Rûsyayê ye û sotemeniya herî hişk bi kar tîne, avêt.

Her wiha ji ber aloziya di navbera DYA û Koreya Bakur de, cara yekemîn ku moşekeke mezîlkurt tê avêtin. Di vê derbarê de ajansa Reutersê avêtina moşekê wek tengavkirina hewlkariya Amerîkayê ji diyalogan re dît.

Artêşa Koreya Başûr got diyar e ku  Koreya Bakur 2 moşekên balastîk ên menzîlkurt, dema di hefteyên dawîn de ceribandin, avêtin deryaya hemberî bendavên rojhilat.

Koreya Bakur di hefteyên derbasbûyî de perwerdeyên leşkerî yên Amerîka û Koreya Başûr rexne kirin. Perwerdeyên leşkerî yên Amerîka û Koreya Başûr heta astekê xwe spartiye teknîkê û hawirdeya Koreya Başûr ji çekên pêşketî yên wekî balafirên F-35 ku radar kifş nakin, her wiha ezmûnkirina DYA`yê ji moşkeka Kirûz a menzîlkurt ji ber ji diyalogan re dibe asteng.

Têkildarî Koreya Bakur û avêtina moşekan Meclisa Ewlekariya Neteweyî ya Koreya Başûr fikarên xwe anîn ziman, her wiha bang li Koreya Bakur kir ku li nîvgirava Koreyê asta şer kêm bike.

Wezîrê parastinê Takeshi Iwaya got avêtina Koreya Bakur ji moşekan binpêkirina biryarên Neteweyên Yekbûyî ye û nayê paşguhkirin.

Ajansa Tesnîm a nûçeyan bi bîr xist ku di pêvajoyê de di navbera Îran û wîlayetan de şerekî sar rû dide. Fermandarê Artêşa Pasdaran a Îranê Hisên Selamî roja yekşemê kifş kir ku artêş di ceribandina moşeka nû de bi ser ket. Selamî got her dem welatê wan qada ceribandina komên parastinê û stratejiyan e, lê ev ji pêşxistina hêzên wan re nabin asteng.

Reutersê ragihand fermandar agahiyên girêdayî moşekan diyar nekirin.

Ragihandina ceribandinê piştî çend rojan ji daxuyaniya wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf pêk hat. Daxuyaniya Mihemed Zerîf têkildarî dewletên Rojhilata Navîn bû ku li Kendava Erebî dê dest bi şer neke, lê wê xwe biparêze.

(eh)


Mijarên Din