'Rûsya li dijî bandora Tirkiyê li deryaya Qizwînê têkiliyên bi Îranê re fireh dike'

Saziya Jamestown Amerîkayê got Moskova û Tehran ji projeyên firehkirinê yên Enqereyê li herêmê bi fikar in, ji ber vê yekê ji bo sînordarkirina vê firehkirinê bi koordîne dixebitin.

Li gorî gotara analîzvan Paul Gobel ku saziya Jamestown a amerîkî belav kiriye, li hemberî zêdebûna bandora Tirkiyê li herêmê, Rûsya tevgerên xwe li herêma deryaya Qizwînê zêde kirin û di vê çarçoveyê de, Moskova û Tehranê dest bi hevkariya leşkerî kirin.

Piştî serkeftina Azerbeycanê di şerê li dijî Ermenistanê de, dewleta Tirk li herêmê bû hêzeke stratejîk. Bi vê yekê dewleta Tirk gihaşt herêma deryayê Qizwînê ku xwedî berhemên petrol û gaza xwezayî ye.

Gobel di gotara xwe de metirsiya Rûsyayê ji coşbûna Tirkiyê ya ji bo torên lûleyên gaza xwezayî ya ku di deryayê Qizwînê re derbas dibin, bibîr xist û got: “Dibe ku ev yek kontrolkirina Rûsyayê ya li ser vê sûkê sînordar bike. Di çend hefteyên dawîn de, Rûsya û Îran rahênanên deryayî li beşên naverast û başûrê deryayê Qizwînê ku bi hîdrokarbondîoksîd dewlemend çêkirin.”

Gobel der barê bersiva Azerbeycanê ya li hemberî rahênanên Rûsyayê de, got Baku hêzên xwe yên deryayî ji bo parastina torên lûleyên gazê û gelek binesaziyên din ên enerjiyê yên li deryaya Qizwînê amade kirin.

Li gorî Paul Globel, li deryaya Qizwînê, hebûa Îranê ne zêde ye. Lê di destpêka Sibatê de fermandarê hêzên deryayî yê Artêşa Pasdaran a Komara Îslamî Elî Reda Tangissiri ragihand ku welatê wî keştiyên biçek ên mezintir ava dike û dê ev yek Îran bike hêzeke deryayî ya rastîn.

Her wiha Globel diyar kir ku Moskova dikare ji pêşketinên bi vî awayî sûdê bigire. Her wiha destnîşan kir ku hêzeke deryayî ya Îranê li deryayê Qizwînê dikare rê li pêşiya bandora Tirkiyê ya li herêmê bigire.

Globel wiha domand: “Wek encam, hinek li Moskovayê dipirsin, gelo çêkirina keştiyên Rûsyayê dê çawa alîkariya Tehranê bike?”

Globel bal kişand ser armanca Moskovayê ji vê mijarê û ev nirxand kir: “Moskova dixwaze komkeştiya Îranê li deryayê Qizwînê bi hêz be, da ku li hemberî bandora Tirkiyê alîkariya Moskovayê bike. Lê ne bi hêza ku dê Tehranê bike împeratoriyeke fireh, di nav de Ermenistan, Turkmenistan, Tadjîkistan û gelek herêmên li bakurê  wê jî hene.”

(şx)


Mijarên Din