Rûsya li Sûriyê amadekariya avakirina baregeheke din dike

Çavkaniyan diyar ku Îran hêzên xwe dişîne parêzgeha rojhilat û li hemberî vê yekê Rûsya hewldana avakirina baregeheke asmanî ya din li Dêrazorê dike.

Çavkaniyan ji ANHA`yê re ragihand ku di rojên dawîn de gelek alavên lêkirinê ber bi balafirgeha Dêrazorê ya leşkerî ve hatin veguhastin û ev yek nîşaneya berfirehkirina balafirgehê ye.

Di demeke ku Îran hêza xwe li Dêrazorê xurt dike, Rûsya hewldana avakirina bargeheke din li Dêrazorê dike.

Balafirgeha Dêrazorê ya leşkerî 10 km dûrî başûrê rojhilatê bajarê Dêrazorê ye.

Balafirgeh ji balafirên sivîl û 2 balafirgehên leşkerî pêk dihat û bi destpêkirina aloziya Sûriyê re û êrîşên leşkerî yên çeteyan ên li Dêrazorê li dijî hêzên rejîmê pêk anîn, her du balafirgehên leşkerî ketin meriyetê.

Raporên çapemeniyê bi bîr xist ku Rûsyayê piştî serweriya hêzên rejîmê, hejmareke mezin ji efser û şervanan şandin balafirgehê.

Rûsyayê li rojhilatê bajarê Laziqiyê yê parêzgeha Laziqiyê ya Sûriyê, xwedî baregeheke leşkerî ya asmanî ye.

(eh)


Mijarên Din