Rûsya: Êrişa Tirkiyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rê da vejandina DAIŞ`ê

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Oleg Seromolotov ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê yên reviyan, dikarin rêya vejandina rêxistina DAIŞ`ê pêk bînin.

 Seromotolov di hevpeyvînekê bi ajansa Spûtînk a Rûsî re wiha got: "Tu belge û agahiyên rast der barê hejmara terorîstên ku reviyan de tune ne, li gorî agahiyên heyî, em qala bi sedan çeteyên DAIŞ`ê yên ji zindanan reviyane dikin."

Seromotolov wiha domand: "Ev yek fikaran ji Rûsya re çêdike, taybet di pêkanîna çeteyên DAIŞ`ê di vejandina vê rêxistina terorîst de."

Her wiha Seromotolov diyar kir ku ji ber nakokiyên li Bakurê Sûriyê û hebûna leşkerî ya biyanî ne qanûnî li Sûriyê ev yek mimkun e pêk were.

Seromotolov wiha got: "Ji bo rawestandina vê gefê û nehêlin ku careke din DAIŞ derkeve, pir girîng e di destpêkê de nehêlin ku şer careke din li herêmê pêk were, her wiha di vegerandina serdestiya Sûriyê û yekbûna xaka wê de bibin alîkar… ev yek jî armanca muzakereya Rûsya – Tirkiyê ya 22`yê Mijdarê de hate îmzekirin."

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê ragihand ku di navbera Moskov û Washintongê der barê Sûriyê de, diyalog hene.

Seromolotov ji Sputnîkê re wiha got: "Ji bo pêkanîna îstiqrarê li Sûriyê û tunekirina terorê, em diyalogê li ser hemû astan bi Amerîkayê û dewletên din ên herêmî û navdewletî yên çalak re,  diparêzin.”

Seromolotov axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Tevî hebûna neqanûnî ya leşkerên Amerîkayê li Sûriyê, lê diyaloga Rûsya-Amerîkayê der barê vê dozê de pêwîst e.”

Di vê derbarê de, di raporeke Wezareta Parastinê ya Aamerîkayê (Pentegon) de, hat diyarkirin ku rêxistina DAIŞ`ê vekişandina Amerîkayê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişa Tirkiyê li ser herêmê, bi kar anî û hewl da xwe ji nû ve bi rêxistin bike û dibe ku plana êrişên nû li dijî Ewropayê bike.

Nivîsgeha mufettişê giştî di Wezaretê Parastinê ya Amerîkayê de, bi raporekê ragihand ku "rêxistina DAIŞ`ê dagirkirina Tirkiyê ji herêmê re û kêmbûna hêzên Amerîkayê li Sûriyê, ji bo ji nû ve avakirina hêza xwe di hundirê Sûriyê de û birêxistinkirina planên êrişan li derve de, bi kar anî."

(jo-cx)


Mijarên Din