Rûsya: Êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyê ewlehiya herêmî qels dike

Berdevka wezareta derve ya Rûsyayê Maria Zakharova ragihand ku êrişên asmanî yên Îsraîlê li dijî Sûriyê asta nakokiyê li herêmê zêde dike.

Maria Zakharova got: "Berdewamkirina Îsraîlê topbarana asmanî li djî axa Sûriyê û binpêkirina serdestiya dewletên Ereb ên cîran cihê metirsiyan e."

Li gorî Maria Zakharova di encama êrişa dawîn a balafirên Îsraîlê de di 5`ê Adarê de ji asîmana Lubnanê leşkerek Sûriyê hate kuştin û 10 din jî birîndar bûn.

Maria Zakharova wiha domand: “Em bawer dikin ku ev kiryarên tund ewlehiya herêmî qels dike û asta aloziyê mezin dike.”

Îsraîlê gelek êriş li dijî nuqteyên Sûriyê bi îdia ku girêdayî Îranê û Hizbullah in. Piştî hevdîtinên Rûsya û Îsraîlê bi taybet Lutkeya Qudsê asta êrişên asmanî zêde bû.

(şx)

 


Mijarên Din