Rûsya: Tirkiyê alîkariya çeteyan ji bo veguhastina li Lîbyayê dike

Rûsya îro got: "Di raporan de tê pişrastkirin ku dewleta Tirk alîkarî û hêsankirina veguhastina çeteyan a ji re Lîbyayê re dike."

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ragihand ku Rûsya li ser raporên tîma pisporên Meclisa Ewlehiyê yên der barê veguhastina çeteyan li Lîbyayê bi alîkariya dewleta Tirk de misoger kir.

Mikhail Bogdanov di odeya civîna ya Rûsyayê de got: "Tîma pisporan a komîteya Meclisa Ewlehî ya girêdayî NY’yê der barê veguhastina berdewam a çeteyên biyanî li Lîbyayê de bi alîkariya dewleta Tirkiyê agahdarî da."

Ev daxuyanî piştî nakokiyên di navbera Rûsya û dewleta Tirkiyê der heqê Idlibê de zêde bûn hat dayîn, her wiha hewldanên her du aliyan a lihevkirinên li ser Idlibê de bi bin ketin.

(fr)

 

 


Mijarên Din