Rûsya û Ukranyayê prosesa veguhestina girtiyan temam kirin

Endama Komîseriya Mafên Mirovan a Rûsyayê, Tatiana Moskulkova ragihand ku prosesa veguhestina girtiyan a di navbera Rûsya û Ukranya de temam bû.

Ajansa "Novosti" li ser zimanê Moskulkova ragihand ku " Ji aliyê Rûsya 25 kes û ji aliyê Ukranyayê 25 kes derbasî welatê xwe bûn".

Moskulkova got ev hêvî dike ku dozên cezayan der heqê welatiyên Rûsya û Ukranyayê de were girtin û bûyera îro wekî "Rûpeleke nû di têkiliyên mirovî û hiqûqî de" bi nav kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî bidawîbûna veguhestina girtiyan bi "Gavek mezin ber bi aştiyê ve" bi nav kir.


Mijarên Din