Rûsya:Em bi diyalogên Kurdî û hikumeta Şamê re ne

Nûnerê Rûsyayê yê li Sûriyê Alexander Lavrentev tekez kir ku Rûsyayê bi diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojilatê Sûriyê û Hikumeta Sûriyê ya li Şamê re ye, her wiha rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ`ê piştrast kir.

Serokê şandeya rûsî Alexander Lavrentev di civîna çapemeniyê ya gera 13`mîn a rêzecivînên Astanayê de, girîngiya têkoşîna terorê ku serweriya rûbera Idlibê dike û bi sed hezarên welatiyên Sûriyê beramberî fidyan direvîne tekez kir û got ku li wir nêzî 20 hezar terorîstan heye.

Lavrentev destnîşan kir ku divê civaka navdewletî vegera penaberên Sûriyê ber bi welatên wan ve hêsan bike.

Têkildarî bersivdayîna mafên gelê Kurd di destûra Sûriyê de Lavrentev wiha got, Mosco diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Samê teşwîq dike û wiha lê zêde kir:"Em bi diyalogê re ne û ev yek dihêle helwesta me ji yên derdorê cudatir be."

Lavrentev tekez kir ku Kurd beşek ji civaka Sûriyê ne û bi hevkariya eşîrên ereban herêmên xwe ji DAIŞ`ê rizgar kirin.

Her wiha destnîşan kir ku çareseriya navbera Rêveberiya Xwerser û hikumeta Şamê misogeriya mafên gelê Kurd e û da ku çarenûs û erkên xwe di destayên cuda yên li ser xaka Sûriya yekgirtî nas bikin.

Tê zanîn ku Rêveberiya Xweser banga Sûriyeke ne navedî, îtîrafa bi Rêveberiya Xweser a hemû pêkhateyên herêmê ava kirine dike û ev herêm tekane herêm e ku di saziyên xwe yên fermî de, bi hemû zimanan diaxivin.

Lê rejîm dixwaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî berî 2011`an anku dema rejîmê hemû mafên şêniyên herêmê binpê dike, vegere.

(eh)


Mijarên Din