Rûsyayê bendera Tartûsê heta 49 salan kirê kir

Rayedarekî Rûsyayê piştî civîna bi serokê rejîma Sûriyê re da zanîn ku dê welatê wî bendera Tartûsê ya Sûriyê di hefteya bê de ji bo 49 salan kirê bike.

Cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Yurî Borîsov piştî civîna bi serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esad ji rojnamevanan re ragihand ku dê bendera Tartûsê ya li Sûriyê di hefteya bê de ji Rûsyayê re ji bo 49 salan, ji bo veguhastin û xebata aborî were kirêkirin.

Tê zanîn ku Moskov û Şamê di demên derbasbûyî de, hevpeymana berfirehkirina navenda alîkariyên darayî û teknîkî yên girêdayî keştîgelan (artêşa deryayî) ên Rûsyayê li Tartûsê mohr kirine.  Li gorî hevpeymanê dê 11 keştiyên şer, di heman demê de yên nukleer jî di nav de, heta 49 salan li bendera Tartûsê bimînin.

Li ser vî esasî parlemana Rûsyayê di 2017`an de hevpeymanek bi Şamê re piştrast kir da ku hebûna Rûsyayê li Sûriyê mîsoger bike û rê li pêşiya hebûna  leşkerî li baregehên deryayî û ezmanî veke.

(eh)


Mijarên Din