Rûsyayê bersiva daxwazên şêniyên Efrînê neda

Bi hezaran şêniyên kantona Efrînê yên li Şehbayê dimînin, ber bi navenda Rûsya ve meşiyan û nameyeke radestî aliyên Rûsya kir. Şêniyan xwestin ku dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê bi dawî bibe. Lê Rûsyayê bersiva daxwazên wan neda.

Di 18`ê Nîsanê de şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin li ber navenda Rûsyayê ya lihevkirinê ya li gundê Wehşiyê yê girêdayî Kantona Şehbayê, çalakiya protestoyî li dar xistin. Di çalakiyê de şêniyan cara sêyem nameyek radestî hêzên Rûsyayê kirin û  xwestin dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê bi dawî bike.

Îro jî bi hezaran şêniyên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê û navçeya Şêrawayê dimînin di nav de malbatên şehîdan ber bi navenda Rûsyayê ya Lihevkirina a li gundê Keştarê yê navçeya Şêrawayê ve meşiyan.

Tevî barîna baranê û sermayê jî, şênî bi moralê bilind sloganên "Efrîn a efrîniyan e", "Kûjer Erdogan"," Na ji bêdengiya navdewletî re" û "Dagirkerî derkeve" berz kirin. Her wiha pankartên bi nivîsên "Na ji bêdengia navdewletî li hember dagirkirina Tirkiyê ji bakurê Sûriyê re" û "Avakirina navnedên leşkerî yên dagirkeriya Tirk li Efrînê parçebûna xaka Sûriyê ye" û wêneyên bi hezaran şehîd û birîndarên sivîl û leşkerî hildan.

Li pêşiya navendê şandeyek ji malbatênşehîdan ku ji 5 kesan pêk tê derbasî navendê bû û bi Rûsan re rûniştin. Lê hêzên rêjîmê rê nedan ku rojnamevan derbas bibin.

Hevdîtin saetek û 15 deqeyan dom kir. Piştre şandeyê encama hevdîtinê ragihand. Endama Komîteya Edaleta Civakî û dayîka du şehîdan Şezye Ibrahîm diyar kirin ku di hevdîtinê de hêzên Rûsyayê bersiv nedan daxwazên şêniyan, tenê gotine ku wê bighînin fermendiya Rûsyayê û paşê bersiva şêniyan di rojên pêşîn de bidin.

Şandeyê wiha bersiv dabû ku eger Rûsyayê guh nedin daxwazên şêniyan an jî tu bertekekî nîşan nede, dê şêniyên Efrînê ji bo rizgarkirina Efrînê bang li QSD û Hêzên Koalîsyona Navdewletî bikin.

Şezye destnîşan kir ku çalakiyên wan dê ranewestin û ji bo şermezarkirina bêdengiya navdewletî li hember parçebûna xaka Sûriyê û derxistyina dagirkeriya Tirk ji Efrînê dê çalakiyên xwe zêde bikin.

(şx)
ANHA 


Mijarên Din