Rûsyayê hişyarî da!

Rûsyaya ku rê da Tirkiye bakur rojavayê Sûriyê dagir bike, hişyarî ji hewldanên  qutkirina bakurê Sûriyê ji Sûriyê da û got: “Divê ev pirsgirêk bi rêya diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şamê de çareser bibe.”

Malpera Rûsya ya El-Yewm  gotinên berdevka wezareta derve ya Rûsyayê Maria Zakharova di kongreyek çapemeniyê de ragihand. Maria Zakharova got: "Gelek metirsiyên berdewamkirina hewldanên qutkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Sûriyê hene. Em hîna bi pêkanîna ewlehiya demdirêj li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya tekezkirina serdestiya Sûriyê û diyaloga berhemdar a di navbera Kurd û Şamê de, re ne. Ji ber ku Kurd beşek ji gelê Sûriyê ne."

Maria Zakharova wiha domand: "Qutkirina beşên ji axa Sûriyê di bin çi hincetî de dibe bila bibe nayê qebûlkirin. Di nav de hincetê şerê li dijî terorê de jî."

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Tirkiyê Cerablus, Bab, Ezaz û Idlibê li bakur rojavayê Sûriyê bi erêkirina Rûsyayê li gorî lihevkirina Astanayê dagir kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din