Zeviyên Alas a 35 km li başûrê El-Hiwêce ye yek ji çavkaniyên sereke ya DAIŞ`ê bû ku di sala 2014`an navê "Xîlafê" li parçeyên Iraqê û Sûriyê ragihandibûn.
Iraqê di dawiya sala 2017`an serkeftina li dijî DAIŞ`ê ragihandibû.
Di daxuyaniyê de wiha hat lê zêdekirin: "Endamên DAIŞ`ê êrîşî 2 nuqteyên ewlehiyê li herêma Alas li parêzgeha Selahdîn kirin. Her wiha jî mayîneke bi dolabê erebeya hêzên ewlehiyê de teqiya, di encamê de 2 endamên hêzên ewlehiyê şehîd bûn."
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ`ê gule jî li hêzên ewlehiyê yên ku hewl dan her du cenazeyan rakin, reşandin û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hêza hevbeş a leşkerên fermî û hêzên Heşda El-Şebî, êrîşkaran dişopînin.
Serokê Amerîkayê zêdetirî carekê têkbirina DAIŞ`ê ragihand lê lêkolîner, leşkerên niha û yên berê dibînin ku niha DAIŞ amade ye ku çalakiyan bike û taybet piştî biryara DYA`yê ya vekişîna ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
(jo)