Rustem Bekir: Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê divê em fikrê Ocalan pêk bînin

Endamê rêveber ê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Rustem Bekir got ew li gorî fikirê Ocalan meşiyan ji ber wê projeya biratiya gelan pêk anîn. Her wiha destnîşan ku bi fikrê Ocalan dê aloziya Sûriyê çareser bibe.

Di 22`yê Gulanê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re civiya. Parêzerên Ocalan di kongreyeke çapemeniyê de di 26`ê Gulanê de nameya Ocalan ragihand. Di nameyê de Ocalan tekez kir ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyê pêşniyarên wî hene.

Têkildarî mijarê ajansa me hevdîtinek bi endamê rêveber ê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya navçeya Dirbêsiyê Rustem Bekir re çêkir.  Bekir tekez kir ku bi fikr û felsefeya Ocalan dê alozî çareser bibe.

Bekir di destpêka hevdîtinê de diyar kir ku aloziya Sûriyê derbasî sala xwe ya 9`an bûye û hîna bê çareserî berdewam e. Her aliyek ji bo berjewendiyên xwe yên taybet û navdewletî dixebite û nexema kesekî ye ev alozî çareser bibe û wiha domand: "Ji ber wê wek partiyên siyasî yên Sûriyê em hizirîn ku aloziyê çareser bikin ji ber ku em beşek ji Sûriyê ne. Me diyar kir ku çareserî dê li ser rêgeza firkê Ocalan di çarçoveya neteweya demokratîk de be."

Bekir destnîşan kir ku Tirkiyê ji gelek salan ve hevdîtinên parêzer û malbata Ocalan pê re qedexe kiriye, ji ber ku Tirkiyê baş dizane ku Ocalan dê bibe çareseriya hemû aloziyan û ev jî nakeve xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk ji ber ku dewletek kapîtalîzm e. Bekir wiha berdewam kir: "Nameya wî zelal bû, ew ê bibe bingeha çareseriya aloziya Sûriyê. Ew hertim dibêje divê em xeta sêyemîn hilbijêrin. Xeta sêyemîn jî nakeve xizmeta berjewendiyên dewletan lê di dawiyê de ew têghiştin ku xeta sêyemîn çareseriya herî guncew e."

Bekir destnîşan kir ku bi saya hevgirtina tevahiya pêkhateyên herêmê li ser fikrê neteweya demokratîk a Ocalan gelek destkeftî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bi destxistin û wiha pê de çû: "Ji ber ku me fikrê wî kir bingeh me projeya biratiya gelan pêk anî.”

Di dawiyê de endamê rêveber ê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya navçeya Dirbêsiyê Rustem Bekir got: "Divê em çareseriya aloziya Sûriyê bibînin, ji ber ku ew çareseriya hemû aloziyên Rojhilata Navîn e."

(şx)

ANHA


Mijarên Din