Ruxmê hertiştî dê dîsa şitilgeha xwe veke

Xedîce Mihemed (63) ku 20 salan bi hevjînê xwe re şitil di şitilgeha Newroz de xwedî kir. Êrîşên çeteyên dagirkeriya nehêlan karên wan berdewam bike. Piştî rizgarkirin û vejîna taxa Şêxmeqsûd, vê carê jî Xedîce dê li gel neviyê xwe şitilgeha Newroz vebike.

Xedîce Mihemed (63) dayîka 4 lawik û 2 keçan e. Lawikê wê Remedan Mihemed Ebdo di destpêka şoreşa Rojava de li taxa Eşrefiyê li Helebê şehîd bû û lawê wê Xelîl Ebdo beriya 20 salan şehîd bûye.

Xedîce û hevjînê xwe Mihemed ku wek karkerekî di şitilgeha çandiniyê de dixebitî, teşwîq kir ku erdekî çandiniyê bikre. Ji ber ku di çandiniyê de pisporin.

Xedîce jiyana xwe li kêleka hevjînê xwe di şitilgeha çandiniyê bi 2 hezar km li herêma Şiqêf re derbas kir. Tê de gelek dar çandin jê dara sîv, mişmiş, hermût, kerez û xûx, li kêleka daran, hin şênahiyên din ên ji bo xemlandinê û gelek cureyên gulan, çandin.

Xedîce li kêleka hevjîn û zarokên xwe li şitilgeha çandiniyê bi rêya paqijkirina gîhayên xirab, avdan û peydakirina semada xwazayî miqayît bû. Çandiniya şitilgehê di 10 rojên dawî ji meha Kanûnê heta Çileyê tê çandin û di havînê de difroşin.

Navê şitilgehê kirin Şitilgeha Newroz, navê wê ji ber nêzikbûna wê li cihê ku Newroz lê tê pîrozkirin, girtine. Piştî ku karê şitilgehê berfirehtir bû, bûye meqseda kesên ji bajarê Heleb, Şam, Reqa, Hesekê û Qamişlo.

Çandiniya şitilgehên darên "Şitilgeha Newroz" li cihên giştî li Şêxmeqsûd heta Efrînê û gorên şehîdan pê hatin xemlandin.

Di aloziya Sûriyê û êrîşên li ser taxa Şêxmeqsûd ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirkiyê de, Xedîce tevî malbata xwe koçî herêma Şiqêf kirin. Li  cihekî herî ewle geriyan, piştî ku ewlehî li taxê çêbû û herêmên derdora taxê hatin rizgar kirin, Xedîce û malbata xwe vegeriyan mala xwe.

Girêdana Xedîce bi çandiniyê re nehat guhertin. Niha Xedîce û neviyê wê Mihemed Ebdo xwe amede dikin ku şitilgeha xwe ya çandiniyê amade bikin. Taybet ku gelek kes li benda aktîfkirina şitilgehê ne û dixwazin ji şitilgeha Newroz daran bikirin. Her wiha şitilgeh çavkaniya aboriya malbata Xedîce ye.

Xedîce got: “Min 20 salan bi hevjînê xwe re karê çandina şitlan kiriye. Yekemîn mezre li herêmê bû ku serkeftî bû û bibû meqseda her kesî. Em niha xwe amade dikin da ku şitilgehê bi rêya çandiniya sedan  şitilan, aktîf bikin."

Xedîce di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Têkiliyên min bi şitilgehê re mîna têkiliya dayîkê bi zarokên xwe re ye.”

(jo)

ANHA


Mijarên Din