Ruxmî têkçûnê, sûcên çeteyên DAIŞ`ê li Baxozê didomin

Çeteyên DAIŞ`ê pêkanîna bûyerên kuştinê li Dêrazorê didomîne. Çete li Baxozê bi rêya mayînên ku diçînin, jiyana sivîlan dixe xeteriyê.

Li bajarokê Baxozê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê ku bargeha dawî ya DAIŞ'ê bû û beriya 2 salan  ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hatibû rizgarkirin, sûcên çeteyên DAIŞ`ê didomin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/03/04/081320_dera-zor-nuce-28329.jpg

Ji ber madeyên teqemenî, mayîn û bermayên bombeyan ku çeteyan li pey xwe hiştine, heta niha bi dehan kesên ku vegeriyane bajarokê jiyana xwe ji dest dane.

Taxa Hewîce El-Xenafera (taxa dawî ya Baxozê ya li aliyê rojhilatê sînorê Iraqê) ku piştre bi navê "Kampa Baxozê"hate naskirin, ji ber ku çeteyan xwe tê de asî kiribûn, gelek zirat dîtiye.

Çeteyan ji bo ku gel venegerin malên xwe, Baxoz bi giştî kirine qada mayînan. Ji ber wê şênî neçar man li ser pêyan, bi gavên baldar û li ser rêçên diyar vegerin.

Her wiha şêniyan ji ber tirsa li ser zarokên xwe, cihên diyar ji bo ku tê de bilîzin diyar kirin. Li aliyekî din nikarin sûdê ji zeviyên xwe bigirin ji ber ku îhtîmal heye ku gorên komî û mayîn tê de hebin. 

Ev detayên ku li jor hatin bibîrxistin, Xelîf El-Dawûd rûspiyekî Hiwêce El-Xenafera vegotin. El-Dawûd anî ziman ku li Hiwêce goristaneke ku bi sedan cenaze têde hene, heye.

Hemda El-Îbrahîm bajarok bi kavil wesifand û diyar kir ku ew tenê dikarin di rêyên diyar de bimeşin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/03/04/081337_dera-zor-nuce-28129.jpg

`DI 4 MEHAN DE JI BER MAYÎNAN 7 KES JIYANA XWE JI DEST DAN`

Xelîf El-Dawûd diyar kir ku rêjeya wêrankirinê li Baxozê ji sedî 80 derbas kiriye û di 4 mehên derbasbûyî de ji ber mayînan 7 kesan ji dest da û bi dehan kes bi giranî birîndar bûne û astendar bûne.

El-Dawûd diyar kir ku piraniya wan kesan, hewl dan vegerin malên xwe û ev yek jî bû sedema ku şêniyên mayî venegerin warên xwe.

El-Dawûd da xuyakirin ku piştî ku 2 kes ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dan, ciwanên bajarok bi hevkariya  Foca Mayînan a Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ji bo paqijkirina bajarok ji mayînan hemleyek daye destpêkirin.

Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sivîl a Dêrazorê jî dê ji bo paqijkirina hemû deverên bajarokê ji mayîn û bermahiyan destekê bidin.

Li Baxozê nêzî 2 hezar xanî wêrane bûne, di nav de hezar û 600 mal jî ji ber şerên ku li bajarokê rû dane bi temam hilweşiyane.

Hemda û Xelîf El-Dawûd bang li rêxistinên navneteweyî yên ku di warê têkoşna li dijî mayînan de dixebitin kirin ku biçin bajarokê û wê ji bermayên DAIŞ'ê paqij bikin ku di encamê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha bang li Rêveberiya Xweser û Meclisa Sivîl a Dêrazorê kirin ku girîngî bidin Baxozê ji ber ku xizmetguzarî têde pir kêm e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din