Rêveberiy Xweser dê buhayê genim careke din di ber çavan re derbas bike

Silêman Barûdo diyar kir ku yekitiyên cotkaran ên rêveberiyên  xweser û sivîl pêşniyar kir ku buhaya genim yê ku rêveberiyê diyar kiriye carek din di ber çavan re were derbaskirin û wiha got: "Li ser pêşniyarê dê civînek were lidarxistin."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişt ku bazirgan berhemê ceh ê mewsimê 2020’an ji cotkaran bi merca ku buhaya wê ya kîloyekê ne kêmtirî 150 lîreya Sûriyê be, bikire. Her wiha dê rêveberî buhaya genim nîqaş bike da ku biguhere.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Silêman Barûdo got: "Biryara derbarê berhema ceh de di civîna Desteya Meclisa Rêveber û Desteya Aborî û Çandiniyê û nûnerên Yekitiya Cotkaran a 7 Rêveberiya Xweser û Sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hat."

Barûdo diyar kir ku cotkar dikarin mewsima ceh bifiroşin bazirganên hundir û derve.

Barûdo destnîşan kir ku yekitiyên cotkaran ên her 7 rêveberiyên xweser û sivîl ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşniyar kir ku buhayê genim ê ku rêveberiyê di 14‘ê Nîsanê de diyar kiriye careke din di ber çavan re were derbaskirin û wiha domand: " Li ser vê pêşniyarê dê civînek were lidarxistin da ku buha were guhertin."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 14’ê Nîsana borî de buhaya berhema genim a mewsima 2020’an diyar kiribû, nirxê her kîloyekê 225 lîreyên sûrî ye. Her wiha di 18’ê Nîsana buhayên astên dîtir ên genim diyar kirin û wiha bûn; pileya yekem 222, 75, pileya duyem 220, 53 lîreyên Sûrî ne, her wiha buhaya pileya herî kêm bi 160 lîreya sûrî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din