DYA di serdema serok Calvin Coolidge de sala 1928`an pereyên 20 dolarî guhertin, wêneyê serokê berê Grover Cleveland ji ser pereyên 20 dolarî rakir û li şûna wê wêneyên serokê 7`emîn ê welêt û damezirênerê Partiya Demokratîk Andrew Jackson danî ser, ku navê wî bi koletiyê ve hatibû girêdan.
Di demên dawîn de, şêweyê pereyên 20 dolarî dîsa ket rojevê. Rêveberiya serokê Amerîkayê Jeo Biden plan dike ku wêneyên Andrew Jackson ji ser pereyên 20 dolarî rake û li şûna wê wêneyê çalakvana esil afrîkî Harriet Tubman deyne.
Bi vê yekê, di dîroka Amerîkayê de dê cara yekemîn be ku wêneyê jinekê li ser pereyan tê danîn.
(cx)