Rêveberiya firinan: Pirsgirêka nan dê di demeke nêz de were çareserkirin

Ji bo çareserkirina aloziya nan li herêma Cizîrê, rêveberiya firinan lêkolînên xwe û pêşniyarên xwediyên firinên taybet rakirin Desteya Aborî û dê di demeke nêz de biryareke nû ji bo çareserkirina aloziya heyî bê dayîn.

Di 14`ê Çileyê de firinên taybet ên kantona Qamişlo bi daxwaza bilindikirna nirxê torbeyên nan ku xwesteka wan li ser yek torbeyê 650 lîreyên Sûriyê li şûna 500 lîreyan bistînin, firinên xwe girtin. Vê yekê hişt ku aloziya nan li herêmê derkeve.

Girêdayî mijarê hevserokê Rêveberiya Giştî ya Firinan a herêma Cizîrê Mehmûd Mihemed da zanîn ku piştî xwediyên firinên taybet karê xwe betal kir, ew bi wan re civiyan da ku çareseriyekê ji pirsgirêkên wan re bibînin û got: "Li ser vî esasî me lêkolînên xwe kirin, niha jî lêkolînên ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê di qonaxa nîqaşê de ne, wê di van her du rojan de encamên nîqaşê derkevin."

Mihemed diyar kir ku ew pêşniyarên xwediyê firinan jî tev li lêkolînên xwe, rakirine Desteya Aborî ya herêma Cizîrê û got: "Daxwazên xwediyê firinan ew bûn ku nirxê heyî nema têra wan dike anku têra pêdiviyên wan ê jiyanî nake."

Nirxê torbeyek nanê firinên taybet (nanê siyahî) li gorî biryara Rêveberiya Firinan 500 lîre bû.

Li ser derketina aloziya nan Mihemed daxuyand ku dema li bajarê Hesekê girtina firinên taybet derket holê wan berhemên firinên giştî zêde kirin û wiha domand: “Li Qamişloyê jî bi sekinandina firneyên taybet ji aliyê xwediyê wan ve, firneya giştî ya Qamişloyê ji ber pirsgirêkan beşeke wê hate rawestandin. Lê di 15`ê mehê de, pirsgirêka firneya giştî hate çareserkirin. Em ê xeteke din li ser firneya giştî zêde bikin, da ku nan pirtir derkeve."

Mehmûd Mihemed di dawiyê de, da zanîn ku wê îro firneyên taybet werin vekirin, heta ku encamên lêkolînê û pêşniyarên xwediyên firneyan derkevin.

ANHA


Mijarên Din