​​​​​​​Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê: Divê dar werin parastin

Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê ya herêma Firatê hemleya çandina daran daye destpêkirin. Rêveberiyê got: “Pêwîste dar werin parastin.”

Dar rolek mezin di parastina hevsengiya hawayê de û afirandina hawayek nerm li herêman dilîze. Dar hewaya qirêj paqij dikin, oksîjenê zêde dikin û baranê dikişînin. Çandina daristanan bi rûberên fireh miqdarek mezin ji oksîjenê peyda dike. Tevî afirandina hawayek nerm û şilî.

Beriya du hefteyan Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê hemleyek çandina daran li bajarê Kobanê, navçe, bajarok û gundên herêmê da destpêkirin. Girêdayî mijarê hevserokê Rêveberiya Hawîrdorê Semîr Ferîdon got: “Em hêvî dikin ku şênî darên ku hatine çandin biparêzin. Her wiha çanda parastina daran belav bibe. Ji ber ku sûdê dide her kesî.”

 Ferîdon wiha domand: "Piştî çandina daran, pêwîstiya wan bi eleqedariyek mezin heye. Divê pir dar werin çandin û neyên qutkirin. Divê dar ji şewatê werin parastin.”

Ferîdon destnîşan kir ku kantona Kobanê, ji ber siyasetên pergalên berê wek herêmek ji daran vala tê hesibandin. Niha hewldan hene ji bo ku hawaya wê bi rêya çandina daran were guhertin.

Ferîdon wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dar di guhertina hawayê û kêmkirina pileyên germahiyê de dibe alîkar. Her wiha hawayê ji karbondîoksîdê pak dike. Ev dikeve xizmeta me hemûyan. Ji ber wê divê em pê re gelek eleqedar bin."

Semîr Ferîdon bang li şêniyan kir ku tev li hemleya çandina daran a Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê ya herêma Firatê destpê kiriye bibin. Balder bin ji bo ku dar neyên qutkirin. Da ku bajar xwişk bibe.

Di kolan û taxên bajarê Kobanê gelek dar hene. Lê beşek mezin jê hatine şikandin û paşguhkirin. Ji ber ku girîngî û sûdên wê nas nakin. Bi taybet benda ku li hember çolistanê ava dikin.

Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê di çarçoveya hemleya çandina daran de ya ku ji beriya du hefteyan ve daye destpêkirin, plan dike 20 hezar dar li bajarê Kobanê, navçe û gundên dora wê biçîne. Ev hemle li ser asta herêma Firatê ya yekem e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din