Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê mekanîzmeya belavkirina mazotê diyar kir

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq El-Xelef der barê mekanîzmeya belavkirina mazotê ya demsala zivistanê de got: “Beriya demsala zivistanê hemû malbatê dê para xwe ya mazotê, bistînin.”

Hevserokê Rêveberiya Giştî  ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq El-Xelef der barê mekanîzmeya belavkirina madeya mazotê ya demsala zivistanê ku rêveberiya sotemeniyan ji 23`ê Hezîrana derbasbûyî de dest pê kiriye, ji ANHA`yê re axivî.

Sadiq El-Xelef got: “Me di 23`ê Hezîrana derbasbûyî de dest bi belavkirina mazotê kir. Her malbatek dê 440 lître mazot bigre, ev rêje dibe ku zêde bibe.”

Rêveberiyê buhayê her 1 lître mazot bi 75 lîreyên Sûrî diyar kiriye. Sadiq El-Xelef destnîşan kir ku her 1 bermîl mazot bi 500 lîreyên Sûrî vediguhêzin û xwediyê sarîcan vê yekê li beramberî ku madeyê ji stasyonan bighînin malên şêniyan, distînin.

Sadiq El-Xelef got heger miqdara sereke têrê neke dê 220 lîtrên zêde jî li şêniyan belav bikin. Ev yek dema ku belavkirina mazotê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidawî bibe, dê pêk were.

Li gorî plana ji bo belavkirina madeya mazotê hetiye danîn, dê belavkirin beriya meha Kanûnê, bidawî bibe.

Sadiq El-Xelef bang li şêniyan kir ku di dema komîteyên taybet mazotê li herêmên wan belav dikin para xwe ji madeyê bistînin da ku ti pirsgirêk û astengî çênebin ji komîteyên taybet re çênebin.

Der barê lezbûna di belavkirina mazotê de Sadiq El-Xelef wiha anî ziman: "Ji bo beriya zivistan şênî mazot wergirtibin û pirsgirêkên di salên borî de derketine dîsa dûbare nebin, me îsal lez da belavkirinê."

Di dawiyê de Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq El-Xelef destnîşan kir ku belavkirin li gorî kartên şêniyan girtine dê were kirin û hê jî amadekirina kartan didome û belavkirin jî bi rêya komîteyên di rêveberî û şaredariyên di rêveberiyê de tê kirin.

Tê zanîn ku Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyan beriya niha biryar derxistibû ku her malbatek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê karta wergirtina madeyên sotemenî bigire.

Li gorî serjimariya Rêveberiya Giştî ya 2019`an hejmara malatên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 930 hezar malbate.

(bx)

ANHA


Mijarên Din