Rêveberiya Herêma Firatê bang li PDK‘ê kir: Li siyaseta xwe vegere

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Kurdistanê şermezar kir û bang li PDK‘ê kir ku li siyaseta xwe vegere û xeta xwe li gorî berjewendiyên gelên herêmê durist bike.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê ya Bakurê Sûriyê daxuyanî da û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û bêdengiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya li hemberî van êrîşan şermezar kir.

Daxuyanî li ber avahiya  Rêvberiya Xweser a li bajarê Kobanê bi amadebûna bi dehan endamên rêveberiyê hate xwendin.

Daxuyaniyê bi zimanên Kurdî û Erebî ji aliyê Silêman Sedam û Welat Hacî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di demên dawî de êrîşên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê zêde bûn. Ev êrîş piştî têkçûna siyaseta dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat. Di encama topbaran û bombebarana dewleta Tirk li ser gundên Başûrê Kurdistanê de bi dehan sivîl şehîd bûn.

Dewleta Tirk a dagirker piştî koordîneyeke ji aliyê PDK‘ê ve dest bi êrîşan kir. Di êrîşa herî dawî de ya dewleta Tirk li gel bêdengiyekê ji hêla PDK‘ê ve pêk hatibû Diyar Xerîb û du hevalên wî yên ji bo azadiya gelê Kurd û gelê herêmê têkdikoşiya şehîd bûn.

Diviyabû ku Partiya Demokratîk a Kurdistanê li siyaseta xwe vegere û xeta xwe li gorî berjewendiyên gelê herêmê durist bike. Her wiha hevkariya xwe ya bi  dewleta Tirk re rawestîne.

Em Meclisa Rêveber a Herêma Firatê êrîşên Tirkiyê şermezar kirin û teqez dikin ku Tirkiyê nikare îradeya gelê herêmê yê ji bo jiyana azad û bi rumet têdikoşe bişkîne."

ANHA


Mijarên Din