Rêveberiya Jinan a Reqayê: Çalakiyên me dê heta bidawîkirina dagirkeriyê dewam bikin

Endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Zuleyxa Abîdî got beşdarbûna şêniyan di konê çalakiyan ê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk de, asta redkirina siyasetên dewleta Tirk nîşan da û tekez kir ku heta bidawîkirina dagirkeriyê dê çalakiyên wan dewam bikin.

Rêveberiya Jinan a Reqayê bi çalakiyên xwe hewl dide ku dengê jinan bilind bike û beşdarbûna wan aktîftir bike. Çalakiyên jinan ên hatine lidarxistin asta têgihîştina jinên Reqayê û nexasim di redkirina destwerdanên herêmî di kar û barên Sûriyê de, nîşan da.

Ji bo şermezarkirina sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Jinan dest bi hemleya çalakiyan kir. Di 27`ê Hezîranê de li bajarê Reqayê konê çalakiyan hat vedan.

Di vê derbarê de yek ji rêveberên Rêveberiya Jinan a Reqayê Zuleyxa Abîdî ji ANHA`yê re behsa çalakiyên jinan li Reqayê û gundewarên wê kir û got: "Beşdarbûna zêde ya şêniyan di konê çalakiyan de asta têgihîştina wan û girêdana wan a bi rewşa siyasî û jiyanî ya ji ber destwerdanên herêmî, nîşan da. Her wiha daxwazên gel kirin yek û redkirina wan ji van binpêkirinan re berz kir."

Zuleyxa Abîdî destnîşan kir ku hemleya Rêveberiya Jinan a Reqayê ku bi dirûşmeya "Bi exlaqê xwe em bi ser dikevin û gendeliyê têk dibin" hatiye  destpêkirin dê heta bidawîkirina  diyardeyên nerênî yên civaka Sûriyê dijî û bi taybetî terorê ku bûye girêka sereke li Sûriyê, her wiha diyardeyên zewaca bi temenê biçûk û gendeliyê, dewam bike.

Têkildarî bername û çalakiyên ku Koordînasyona Jinan a Reqayê diyar kirine,  Zuleyxa Abîdî eşkere kir ku dê çalakiyên xwe yê wekî perwerdekirina jinan li ser bikaranîna çekan da ku parastina xwe bikin, pêşandana şanoyên komîteyên çandê, nîşandana belgefîlm û tabloyên bi destê jinan hatine xêzkirin ku li ser sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinên herêmên dagirkirî û nexasim jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, berdewam bikin. Li gel vê yekê, dê jinên Reqayê têkildarî redkirina dagirkeriya Tirkiyê nameyekê pêşkêşî aliyên navneteweyî bikin.

Her wiha dê jinên Reqayê sardana navendên QSD`ê bikin û piştgiriya xwe ji şervanan re nîşan bidin. Der barê rewşa siyasî, bikaranîna Tirkiyê avê wekî amûreke şantajê, bandorên qanûna Qeyser û binpêkirinên li dijî jinan de dê civînan ji gel re çêbikin. Her wiha dê daxuyaniyan bidin û meşan bi rêxistin bikin.

Di dawiyê de endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqayê Zuleyxa Abîdî bang li jinên Reqayê û hemû jin û şêniyên herêmê kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên wan yekitiya xwe xurt bikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din