Rêveberiya Jinan: Em ê li ber xwe bidin da ku em herêmên xwe biparêzin

Rêveberiya Jinan a Reqayê dest bi hemleya "Bi yekitiya xwe em bi ser ketin û em ê li ber xwe bidin da ku em herêmên xwe biparêzin" ji bo bersivdayîna gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kir.

Bi dehan jinên Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê li avahiya Mala Jinan a Reqayê kom bûn û li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê berdevka Meclisa Jinên Sûriyê ya bajarê Minbicê Ibtîsam Abdulqadir ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Em gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya navdewletî şermezar dikin. Herêmên me bi awayekî rojane rastî gefên dewleta Tirk tên ku wê êrîşî wan bikin. Ji ber Erdogan ji xwe re wek xewnekê dibîne da ku serdema Osmaniyan vejîne û çirûska Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku hemû pêkhate kirin li ser esasê pîvana biratiya gelan, bike hedef. Ji wê derê dest bi parastina xwe kir û li dijî çeteyên DAIŞ`ê ku tevahî cîhanê nikarîbû wan têk bibe, bi ser ket.

Dewleta Tirk hewl dide serkeftin û destkeftiyên ku bi saya QSD`ê hatine bidestxistin, têk bibe.

Dewleta Tirk a dagirker li herêma Efrînê kiryarên qirêjî pêk tîne. Li beramberî çavên hemû cîhanê gelek komkujî pêk anîn. Her wiha li Cerablus û Idlibê jî. Îro jî hewl dide vê senaryoyê bi rêya êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare bike. Hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê herêmên Girê Spî, Minbic û Serêkaniyê bi cih dike da ku aramî û ewlehiya wan herêman tevlihev bike û tevliheviyeke mezhebî û eşîrî derxe.

Li ser vê esasê em wek rêveber û saziyên jinên ciwan, buroyên jinan di Partiya Pêşerojê ya Sûriyê de li herêmên rizgarkirî yên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê dest bi hemleya li dijî gefên dewleta Tirk bi dirûşma "Bi yekitiya xwe em bi ser ketin û em ê li ber xwe bidin da ku herêmên xwe biparêzin" kir."

(bx)

ANHA


Mijarên Din